Heta niha li Xûtaya Rojhilat hezar û 411 kes hatine qetilkirin

Heta niha li Xûtaya Rojhilat hezar û 411 kes hatine qetilkirin
19 adar 2018   08:41

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber bombebaran û topbarana Hêzên Rejîma Sûriyê û Rûsya li ser Xûtaya Rojhilat, heta niha hezar û 411 kes hatin qetilkirin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê raghandin ku ji roja destpêka êrîşa Hêzên Rejîma Sûriyê û balafirên Rûsya li ser Xûtaya Rojhilat a Şamê ango ji 18 sibatê, heta niha hezar û 411 kes hatine kuştin.

Ajansa Tas a Rûsya ku agahiyên xwe dispêr Wezareta Parastinê, îro zêdetirî sê hezar û 500 kes ji Xûtaya derketin.

Li gorî çavdêran, tiştên ku li Xûta û Efrînê dibin, di çarçoveya lihevkirinekî Rûsî-Tirkî de ye.

(kc)