Gelê Başûr wê îro jî li gelek bajar û navçeyan ji bo Efrînê li qadan be

Gelê Başûr wê îro jî li gelek bajar û navçeyan ji bo Efrînê li qadan be
19 adar 2018   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Başûrê Kurdistanê wê îro jî li gelek bajar û navçeyan çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk ya li ser Efrînê û li ser nirxên dîrokî yên Kurdistanê lidardixin. Biryare Helebce, Ranya, Silêmanî û Hewlêr îro jî rabin ser piya û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê derbirin.

Gelê Başûrê Kurdistanê qonaxa duyemîn ya ‘Berxwedana Serdemê’ bi çalakiyên cûr be cûr pêşwazî dikin. Wê îro jî li gelek bajar û navçeyên Başûr li dijî hovîtî û dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê çalakî bên lidarxistin û piştgirî ji bo qonaxa nû ya berxwedana serdemê ragihînin. 

Berxwedan û têkoşîna Efrînê ku kete qonaxeke nû gelê Başûr jî li gorî wê çalakiyên girseyî yên piştgirîdayînê lidardixin. Biryare îro li 4 bajaran çalakî li dijî dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd û nirxên wê yên çandî, dîrokî û coxrafî  bê lidarxistin.

Di saet 11:00’an de bi însiyatîfa Grûpa Dengê Şeqam çalakiyeke nerazîbûnê li ber Ofîsa Parlementoya Iraqê ya Silêmanî tê lidarxistin.

Îro di saet 12:00’an de li Helebceyê çalakiyek piştgirîdayîna berxwedana mezin a Efrînê tê lidarxistin û bêdengiya raya giştî ya cîhanî û dewletan ya li hember komkujî û hovîtiyên dewleta Tirk were lidarxistin.

Li Hewlêrê çalakiyeke girseyî di saet 14:00’an de li ber konsolosiya Rûsya ya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin. 

Îro gelê Ranya dîsa di saet 16:00’an de ji bo Efrînê dadikeve qadan û berxwedana mezin a Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav dikin û biryardariya xwe ya têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê dûbare dikin.

Duh jî li Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Qeladizê û Kelarê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û û hovîtiya li dijî nirxên wê yên dîrokî û çandî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û sonda bilindkirina têkoşînê hatibû dayîn.