Ciwanên Reqayê: Erdogan tevlîheviyê di nav gelan de derdixe

Ciwanên Reqayê: Erdogan tevlîheviyê di nav gelan de derdixe
Ciwanên Reqayê: Erdogan tevlîheviyê di nav gelan de derdixe
Ciwanên Reqayê: Erdogan tevlîheviyê di nav gelan de derdixe
19 adar, 2018   08:00

REQA- Ciwanên Reqayê diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrîşa xwe ya li ser Efrînê û dagirkirina herêmê dixwaze tevlîheviyê di navbera gelê Sûriyê de derbixe û diyar kirin ku Erdogan wê nikaribe îradeya gelê Bakurê Sûriyê têk bibe.

Ciwanên Reqayê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ji anansa me re axivî û diyar kirin ku dewleta Tirk wê nikaribe îradeya gelê Sûriyê têk bibe.

Jina ciwan a bi navê Leyla Ibrehîm têkildarî mijarê wiha axivî: "em gelê Sûriyê yek dest in. dewleta Tirk wê nikaribe tevlîheviyê di navbera me de derbixe. Efrîn û şêniyên xwe beşek ji Sûriyê ne û wê tu kes nikaribe wê ji xaka me qut bike."

Leyla Ibrehîm di berdewama axaftina xwe de jî got ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên hovane ne tenê Efrîn û gelê wê lê belê hemû gelê Sûriyê hedef girtin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşa li ser Efrînê li ser tevahî gelê Sûriyê ye. Divê civaka navdewletî di zûtirîn dem de destwerdanê bike û rê nede ku dewleta Tirk dîmografiya herêmê bide guehrtin û komkujiyan li dijî gelê Efrînê pêk bîne."

Ciwanê bi navê Enwer Ehmed jî derbarê mijarê de got ku Erdogan dixwaze komkujiyên ku dewleta Osmanî li dijî gelê herêmê pêk anîn, li dijî gelê Efrînê bike û ev tişt anî ziman: "Me wekî ciwanên Reqayê konê çalakiyê vedaye da ku em hovîtiya Erdogan û çeteyên wî ji raya giştî re eşkere bikin. Wan li dijî zarokan komkujî pêk anî."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de jî got ku Erdogan di pirojeya xwe ya di riya çeteyên DAIŞ'ê re têk û niha dixwaze di riya çeteyên navê Diri El-Firat li wan kiriye pîlanên xwe pêk bîne.

Ciwana bi navê Xîtam El-Seho jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Em îro di bin konê rumet û namûsê de ne, konê piştgirtiya bi Efrînê re ku bi diruşmeya 'Efrîn serkeftiye û wê serbikeve' hatiye vekirin de ne. Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku em li pişt Efrînê ne.Divê civaka navdewletî jî sûcên Erdogan û çeteyên wê yên li dijî gelê Sivîl ê Efrînê bibîne. Divê Erdgoan ji xaka me derkeve û bes gelê me yê sivîl di komkujiyan re derbas bike. Bes bajarê me xira bike."

(dc)

ANHA