'Hevgirtina ciwanên Sûriyê wê Erdoganê faşist têk bibe'

Hevserokê Buroyên Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) yên Ên Îsa diyar kirin ku gelê Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe wê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer bikin û destnîşan kirin ku ew ê nikaribin xewnên xwe xwe li Efrînê pêk bîn in.

'Hevgirtina ciwanên Sûriyê wê Erdoganê faşist têk bibe'
19 adar 2018   04:05

SEMÎRA DAWID

GIRÊ SPÎ - Hevserokê Buroyên Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) yên Ên Îsa diyar kirin ku gelê Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe wê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer bikin û destnîşan kirin ku ew ê nikaribin xewnên xwe xwe li Efrînê pêk bîn in.

Hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriyê Yûsif Xilyewî derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em hemû dizanin ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir. Ev êrîşa li ser Efrînê di sînorê welatekî cîran de pêk hatiye. Lê mixabin hemû dewelet û civaka navdewletî bê deng man û reşa li ser gelê Efrînê pêk hate bi çavên xwe didîtin. Gelê Efrîn hate kuştin û talankirin."

Xilyewî her wiha da zanîn ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêmê kir, ji derveyî YPG, YPJ û QSD'ê tu hêz li dijî wan şer ne kir û wiha dom kir: "Hêzên me behsa wan kir, nûnertiya hevgirtina gelan dikin. Wan herêm û jiyana bi hezaran welatî rizgar kirin, her wiha di riya pirojeya Netewa Demokratîk jiyan li herêmê vegerandin. Lê dewleta Tirk xwe ji vê yekê re ranegirt û fermî piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê kir."

Xilyewî, her wiha da zanîn ku Sûriyê wê azad bimîne û wiha dom kir: "Çawa gelê Sûriyê li dijî Osmaniyan li ber xwe da, wê li Efrînê jî li dijî neviyên wan li ber xwe bidin. Em ê rê nedin ku dewleta Tirk serdema Osmaniyan vegerîne. Ji ber hevgirtina gelan wê di riya wan de raweste û bi teybet ciwanên me."

Hevserokê Buroya Perwdeyê ya MSD'ê Receb El-Mişrif jî derbarê mijarê de wiha got: "Êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê ne tesadif bû, lê belê dihat payîn ku êrîşeke wiha pêk bîne û hemû qanûnên navdewletî binpê bike. Dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî û nirxên mirovahiyê pinpê kirine."

Receb El-Mişrif di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Dewleta Tirk heta niha zêdeyî 70 şagirtan qetil kiriye. Zêdeyî 50 dibistan hatine bi temamî hatine ruxandin, hejmarek mezmosteyên me jî şehîd bûne. Lê tevî vê yekê jî em ê xebatên perwedeyê ranewestîn in. em ê rê nedin dewleta Tirk ku xaka me dagir bike û serdema Osamaniyan vegerîne. Çawa Sûriya ji Osamiyan hate rizgarkirin, wê Efrîn jî ji destê dewleta Tirk were rizgarkirin."

(dc)

ANHA