Ji TEV-DEM'ê banga lezgîn a ji bo Efrînê

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bang li hemû sazî, rêxistinên mafê mirovan û dezgehên navdewletî kir ku erka xwe beranberî rewşa xeter a Efrînê pêk bîn in û di zûtirîn dem de gavên lezgîn ji bo parstina ewlekariya jiyana welatiyên di Efrînê de asê mene û bi taybet zarok, jin û nexweşan biparêzin, bavêjin.

Ji TEV-DEM'ê banga lezgîn a ji bo Efrînê
19 adar 2018   04:03

NVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bang li hemû sazî, rêxistinên mafê mirovan û dezgehên navdewletî kir ku erka xwe beranberî rewşa xeter a Efrînê pêk bîn in û di zûtirîn dem de gavên lezgîn ji bo parstina ewlekariya jiyana welatiyên di Efrînê de asê mene û bi taybet zarok, jin û nexweşan biparêzin, bavêjin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê tekez kir ku kiryarên dewleta Tirk dagirkirine û binpêkirina serweriya Sûriyê ye û wiha got: "Armanca wan koçberkirina gelê aştîxaz ji gund, mezre û milkên wan e. Wiha jî dixwaze hebûna xwe li ser xaknîgariya Sûriyê ku ala Tirkiyê li ser radike fireh dike, wekî ku wîlayetek Tirkiyê tevigere."

TEV-DEM'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya TEV-DEM'ê wihaye:

Piştî berxwedaniya qehremanî ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe li bajarê Efrînê pêk anîn, Berxwedana li dijî alavên kutşinê yên dagirkeriya Tirkiyê ku di bin balafirên şer de tevdigeriyan, cihên sivîl, binesaziya herêmê, nexweşxane, cihên olî, dibistanên û cihên dîrokî hedef digrtin, bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Gelê me li kêleka berxwedana Kobanê li Efrînê jî sernavekî din ê berxwedanê qeyd kir. Careke din tekez bû ku îradeya gelan ji hemû çek û teknîkên şer, her wiha ji kiryarên tunekirinê ku hêzên faşizim derheqê gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz pêk tîne, bi hêztirin. Gelên ku ji bo pêkanîna jiyana hevbeş, aştî, aramî û avakirina civakê li gorî peymanên navdewletî yên cîhanê tevdigerin wê serbikevin.

Di çarçoveya geşedanên ku vê dawiyê ji ber tundî û êrîşa hovane ku dewleta Tirk bi balafir û topan gelê sivîl hedef girt û xwest îradeya wan binpê bike û di encamê de hejmarek şehîdên sivîl çêbûn pêk hat. Rêveberiya sivîl û leşkerî ya Efrînê ji bo derxistina sivîlan bi ewle pêk bîne û jiyana wan biparêze, sivîl ji bajar derxistin.Di heman demê de ev di çarçoveya gaveke din ji bo meydana şer bi Artêşa Tirk û teroristên wê re li ber parstina bajarê Efrînê  vekirî be. Ji bo em rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku wê tevî herêmên berê dagirkirine ji Cerblis û Ezaz ve, her wiha wan herêman di riya Efrînê re bighîne Idliba ku ji aliyê Cehbet El-Nusra û Fetih El-Şam ve hatiye dagirkirin. Ji xwe Cehbet El-Nusra û Fetih El-Şam ji terorisên herî bi hêz ên piştgiriyên ji Tirkiyê digirin.

Biryara ku hate girtin ji bo parstina jiyana sivîlan ji îrade û biryardayîna hêzên me ya berxwedanê û pêkanîna erka pîroz û niştimanperweriyê pêk hatiye. Lê tiştî rê li ber felaketek mirovî û xeter vedike ew e ku hin welatiyan di navenda bajarê ku teroirstan dagir kirin de mane. Teroristên ku bajar dagirkirin bi lez di saetên destpêkê de hemû riyên ber bi derveyî bajar ve diçin girtin û ne hiştin welatiyên mane ji bajar derkevin. Ev xeterek mezin li ser jiyana wan çêdike. Ev tiştê hatiye kirin nav lê lê tê kirin ku sivîl di şer de wekî rehîneyan girtine. Ev jî li dijî hemû nirx û qanûnên cîhanî û mirovî ne.

Em wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê van kiriyarên têne kirin bi tundî şermezar dikin. Ev kiriyarên wan ji baweriya wan a bi xeta tunekirin û pêkanîna komkujiyan, ji çanda wan terorist û pêkanînên derexlaqî pêk tên.  Em bang li sazî û rêxistinên mafê mirovan û mirovî yên navdewletî dikin ku derbarê rewşa xeter a Efrînê erka xwe pêk bîne. Karekî bi lez pêk bîne da ku jiyana sivîlên di nava bajar de asê mane bi taybet zarok, jin û nexweşan biparêzin, tevbigerin.

Di heman demê de em bang li civaka navdewletî dikin ku erka xwe ya derbarê kiryarên dewleta Tirk a derqanûnî  ku tu wesif ji derveyî dagirkeriyê lê nayê kirin, pêk bîn in. Dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên dagirkeriyê serweriya xaka Sûriyê binpê dike, gelê aştîxaz ji herêm, gund û mezreyên wan dide koçber kirin, bi vê yekê jî dixwaze herêma desthiladariya xwe fireh bike. Xaknîgariya Sûriyê ku ala xwe li ser bilind dike zêde bike, ala xwe li ser radike wekî wîlayeteke xwe nêzî wê dibe.

Di dawiyê de jî em tekez dibêjin ku em ê ji pêşxistina bijara xwe ya berxwedanê û tekoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera gelê me, her wiha pêkanîna jiyana asayî gavan paş de navêj in. Heta Efrîn bibe keleha serkeftina ku di dîroka nûjen de wekî wê çênebûye û bibe xaleke din a ber bi serkeftina rizgarkirina hemû herêmên Bakuêr Sûriyê, em ê tekoşîna xwe xurtir bikin."

(dc)

ANHA