ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19′ê Adara 2018
19 adar, 2018   04:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rêvebrên saziyên navçeya Şedadê ji civaka navdewletî daxwaz kirin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diyar bikin. Rêveberan her wiha destnîşan kirin ku çiqasî dewleta Tirk gel ji Ocalan qut bikin fikrê wî dûr bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevserokê Buroyên Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) yên Ên Îsa diyar kirin ku gelê Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe wê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer bikin û destnîşan kirin ku ew ê nikaribin xewnên xwe li Efrînê pêk bîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Navenda Ceyranê ya Ên Îsa tureya ceyranê kontrol dike, ziyan û tiştên di tureya ceyranê de xira dibe temîr dike. Lê pêwîst bi temîrkirina stasyona ceyranê ya navçeyê ku ji ber şer ji xizmetê derketiye, heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

*Ciwanên Reqayê diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrîşa xwe ya li ser Efrînê û dagirkirina herêmê dixwaze tevlîheviyê di navbera gelê Sûriyê de derbixe û diyar kirin ku Erdogan wê nikaribe îradeya gelê Bakurê Sûriyê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA