14 xwendekarên Peymangeha Orkestraya Rojava der çûn

Peymangeha Orkestraya Rojava ya Zarokan ji bo 14 xwendekaran şahiya derçûnê li dar xist.

12 kanûn, 2025   21:08
QAMIŞLO

Peymangeha Orkestraya Rojava ya Zarokan a Kantona Cizîrê ya girêdayî Desteya Çandê, ji bo derçûna 14 xwendekarên dewreya yekem şahiyek organîze kir.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hate lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên şehîdan, malbatên xwendekaran, Desteya Pewerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Jinan a Kantona Cizîrê, Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Cizîrê û şêneyên bajêr tev li şahiya derçûnê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî axivî û bi xêrhatina haziran kir û diyar kir ku ev zarokên şoreşê wê hestên gelê Kurd bi rêya amûrên xwe yê mûzîkê biparêzin û li tevahî cîhanê hunera xwe belav bikin.

Firyal anî ziman ku zanebûna van xwendekaran bi rêya îradeya wan, moral û piştgiriya malbatên wan bûn, bi saya wê piştgiriyê ev xwendekar der çûn.

Têkildarî kar û xebatên Peymangeha Orkestraya Rojava ya Zarokan û çawaniya fêrkirina zarokan senîvizyonek hate pêşandan.

Bernameya şahiyê bi mûzîk û xelatan bi dawî bû.

(re/fr)

ANHA