Hêzên hikumeta veguhêz ciwanek ji Siwêdayê birîndar kir

Çavkaniyên xwecihî yên Siwêdayê da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ciwanekî gundê Mecdel ê rojavayê bajêr birîndar kir, bi vî awayî bênavber agirbest tê binpêkirin.

Hêzên hikumeta veguhêz ciwanek ji Siwêdayê birîndar kir
12 kanûn, 2025   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji bajarokê Mecdel ê gundewarê rojava yê Siwêdayê da diyar kir ku sekvanê hêzên hikumeta veguhêz ciwanekî gund birîndar kir.

Li gorî çavkaniyan, dema ciwanê bi navê Basil Îsmaîl Erîc li nuqteyekê kontrolê yê li derdora gund bû, hat hedefgirtin, destê wî yê rastê qut bû.

Çavkaniyan da zanîn ku kir ku Basil ji gundê Mecdel e, tu pevçûn li herêmê tune bûn, lê hêzên hikumetê ew hedef girt.

(mh/fr)