ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2023
9 kanûn, 2023   02:00

Endamên Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza tevahî gelên cîhanê ye û got: ′′Pêngava cîhanî dê bibe zemîneke xurt a têkoşîna aştî û azadiyê.′′ (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêma Firatê de 12 welatî şehîd bûn û 21 kes jî birînar bûn. Her wiha zirarên mezin gihaştin binesaziyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di dîroka mirovahî û civakîbûnê, her tim cihê ku însan lê ji dayîk dibe û dijî, pîroz û bi nirxe bûye ku bixwe yek ji pîvan û pêwîstîyên dîrokî û çandî yê civakane. Heya berê pêşketina şaristanî û bi taybet pergala dewlet-netewe her ev pîvan hatîye parastin. Lê bi pêşketina pergala şaristanî û duwre dewlet, koçberî weke dîyardeyek bi sedemên cûda pêş ketîye.

Ji ber barana dawiya payîzê û destpêka zivistanî, cotkarên herêmê pêşbiniya mewsimekî çandiniyê yê baş dikin. Pisporekî çandiniyê destnîşan kir ku rewşa çandiniyê heta niha di asta herî baş de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê heta niha 14 milyon û 600 hezar lître mazota sobeyan li xelkê bajêr bi rêya komîn û meclisên taxan belav kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya li Dêrikê çalakiyekê ji bo xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, set di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mala Êzidiyan a Helebê bi daxuyaniyekê daxwaza aşkerakirina rewşa dawî ya Rêber Abdullah Ocalan dike, her wiha bicihkirina  Filistîniyan li Xezayê şermezar dike, daxuyanî li ber Mala Êzidiyan tê xwendin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Qamişloyê sersaxiyê ji malbata fermandarê QSD′ê Ronî Welat (Şêrwan Hesen) re dixwazin. Konê sersaxiyê li ber mala wî ya li taxa Xanîka tê vedan, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cenazeyê şehîdê QSD′ê Xelîl Ehmed El Hecî li Pakrewangeha Şehîdên navçeya Til Hemîsê tê veşartin, saet di 11.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk  a PYD′ê bi sernavê "Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û çareseriyên Ocalan" panelekê li hola 8′ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet di 11.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Ridwan Faris li Goristana Şehîdan a gundê Dawûdiye oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA