13 salên 19ˊê Tîrmehê: Bi 4 hezar û 138 komîn û meclisan jiyana hevbeş

Di 13 salên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, ol, bawerî, netew û çandên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya 3 hezar û 950 komînan û 188 meclisên bajar û bajarokan civakek komînal ava kir, îradeya azad û wekhev derxist holê.

13 salên 19ˊê Tîrmehê: Bi 4 hezar û 138 komîn û meclisan jiyana hevbeş
21 tîrmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di demek ku li Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê alozî, hilweşîn û qeyran kûr dibin de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn zêdetir wekî modela çareseriyê derdikeve pêş. 

Di 13 salên Şoreşa 19`ê Tîrmehê (2012) de pergala ku li herêmê hatiye avakirin û hemû reng û dengên herêmê tê de tên temsîlkirin, dibe cihê bawerî û hêviyê. Bi taybetî di van rojên ku komkujî û binpêkirin li deverên din ên Sûriyeyê kêm nabin de, sîstema xweseriyê hîn zêdetir bal dikşîne.

Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 12`ê Kanûna 2023`an şeklê dawî hatiye dayîn, modela komînal radixe ber çavan.

Di pêşgotina hevpeymanê de wiha tê gotin: “Em keç û kurên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têgihiştin û baweriya bi heqê xwîna şehîdan, ji bo bicihanîna daxwazên gelê xwe di jiyaneke bi rûmet de û bersivdayîna qurbanên mezin ên gelê Sûriyeyê, me wekî Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Turkmen, Eremen, Çerkes, Şîşan, Misilman, Xiristiyan û Êzdiyan mil da milê hev da ku em sîstemeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê saz bikin û bêyî meylên nîjadperest, cudakirin, dûrxistin an paşguhkirina çi nasnameyekê, bibe bingehê avakirina Sûriya Paşerojê.”

Di madeyên 29 û 49`an ên hevpeymanê de hatiye diyarkirin ku nabe ji ber sedemên cûdahiya reng, zayend, etnîk, ol, bawerî yan jî mezhebî, kes were cudakirin, heqaret lê bê kirin an jî were dûrxistin. Her wiha nûnertiya adilane ji bo pêkhateyan hemûyan di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li gorî demografiya kantonan bê kirin.

TEMSÎLIYETA PÊKHATEYAN

Mijara girîng a hevpeyman jî girêdayî temsîleyata pêkhateyan a di rêveberiyan de ye.

Madeyên 77, 80, 82, 84 û 88`an ên hevpeymanê bal dikşînin ku Meclisa Gelan a Giştî, meclisên bajar, bajarok û taxan ji sedî 60 bi dengê gel tên hilbijartin û ji sedî 40 jî ji nûnerên pêkhateyan pêk tê.

Madeya 91`an jî diyar dike ku Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûnertiya gelên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Turkmen, Çerkes û Şîşan pêk tê. Rêjeya jinê ji sedî 50 ye. Nûnertiya her komeke bawerî û civakî yên wekî Misilman, Xiristiyan û Êzdî heye. Di meclisê de kok û xisletên dîrokî, demografî, erdnîgarî, olî, bawerî, etnîk û çandî yên gel û koman li ber çavan tên girtin.

HEVSEROKÊN MECLISAN

Di rewşa niha de Sîham Qeryû ya ji pêkhateya Suryan û Ferîd Etê yê ji pêkhateya Kurd hevserokatiya Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji aliyê Evîn Silêman Siwêd a Kurd û Hisên Osman ê ji pêkhateya Ereb ve tê meşandin.

Hevserok û rêveberiyên meclisên taxan, bajar û kantonan jî li gorî rêjeya pêkhateyan tên diyarkirin.

BELGEYÊN FERMÎ BI 3 ZIMANAN TÊN AMADEKIRIN

Li gorî madeyên 6 û 7 ên Hevpeymana Civakî zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî zimanên fermî ne. Lewma hemû belgeyên Rêveberiya Xweser pêwîste bi van zimanan werin amadekirin.

PÊKHATE PERGALÊ ÇAWA DIBÎNIN

HEVSEROKA MECLISA AMÛDÊ: EM BI WÊ KÊFXWEŞIN

Hevseroka Meclisa Gel a Bajarê Amûdê Efaf Dawûd a ji pêkhateya Kurd da zanîn ku sîstema demokratîk di serî de jin, mafê hemû pêkhate û baweriyan misoger dike; cudaxwazî nayê kirin, her pêkhateyek bi çanda heye û ev jî cihê kêfxweşiyê ye.

RÊVEBERA MECLISA JIN: TIŞTA EM DIXWAZIN EM DIBÊJIN

Endama Rêveberiya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kînana Ebdo ya ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku bi saya sîstema Rêveberiya Xweser wan gelek destkeftî bi dest xistine, bi awayeke xwe îfade dikin. Kînan Ebdo diyar kir ku jin ji pergala hevserokatiyê heta qada leşkerî pêşengiyê dikin.

ENDAMA YEKÎTIYA JINÊN ÊZIDÎ: EM BÊ TIRS DIBÊJIN EM ÊZIDÎ NE

Endama Yekîtiya Jinên Êzidî Mejdolîn Îbo ya ji baweriya Êzdayetiyê da zanîn ku destkeftiyên piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê hatine bidestxistin, gelek rê ji bo Êzidiyan vekirine û got: “Em di sicilên Sûriyeyê de Misilman hatine hesbandin, me ji ber vê gelek zehmetî dikişand. Lê em niha bi serbilindî û bê tirs dibêjin, em Êzidî ne.”

ENDAMA PARTIYA YEKÎTIYA SURYAN: MAFÊ ME TÊ PARASTIN

Endama Partiya Yekîtiya Suryanî Êlîn Îsa diyar kir ku bi Rêveberiya Xweser mafê wan ên jiyana li ser esasê çand û kevneşopiyê tê parastin.

RÊXISTINBÛNÊN XWESER

Li gorî Hevpeyaman Civakî ji bilî meclis û saziyên rêveberiya xweser, her netew, bawerî û çandek dikare sazî û dezgehên xwe yên xweser ava bike, kar bimeşîne.

Di Madeya 60`î de hatiye destnîşankirin ku heqê her kom, pêkhateyên çandî, etnîkî û olî ye ku rêxistin û saziyên xwe yên demokratîk ava bikin, nav lê bikin û çandên wan biparêzin. Ne heqê ti kesî yan jî pêkhateyekê ye ku bawerî, fikir an çanda xwe li ser ên din bi darê zorê ferz bike.

Di rewşa niha de pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û Êzidî gelek partiyên siyasî, navendên çandê û saziyên civakî vekirine. Hejmara van partî û saziyan her diguhere.

ŞEKLÊ RÊXISTINKIRINA HEVPAR: KOMÎN Û MECLIS

Rêbaza xwerêxistinkirina pergala demokratîk a di Hevpeymana Civakî de hatiye vegotin, wekî komîn û meclis hatiye diyarkirin.

Li gorî madeya 75`an komîn yekîneya herî piçûk di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye. Li vê qadê û bi vê teşeyê civaka exlaqî û siyasî bi gewde dibe. Li vê qadê jiyana civakî, aborî û çandî pêk tê, pirsgirêkên di vî warî de li komînê çareser dibin. Ew cihê sazkirina biryar, rêveberî û hêza çareserkirina dozên civakî ye.

Di çarçoveya madeyê de li kanton, bajar û bajarokan, meclis û komîn hatine avakirin, xebat bi rêya wan tên meşandin.

HEJMARA KOMÎN Û MECLISAN

Li Kantona Cizîrê 16 meclisên bajaran, 47 meclisên bajarokan; li van bajar, bajarok û kampa Waşûkanî bi giştî 2 hezar û 69 komîn hatine avakirin.

Li Kantona Firatê 5 meclisên bajaran, 14 meclisên bajarokan; li van bajar û bajarokan 521 komîn hatine avakirin.

Li Kantona Tebqayê 3 meclisên bajaran, 13 meclisên bajarokan; li tevahî kantonê 186 komîn hatine avakirin.

Li Kantona Reqayê 5 meclisên bajaran, 16 meclisên bajarokan; li tevahî kantonê jî 349 komîn hatine avakirin.

Li Kantona Dêrazorê ku erdnîgariya wê wekî xeta Xerbî, Navîn, Şerqî û Şemalî hatiye dabeşkirin, 4 meclisên giştî, 62 meclisên bajarokan hene. Li bajar û bajarokan 771 komîn hatine avakirin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî 3 meclis û 54 komîn hene.

Li gorî daneyên meclisên rêveber ên kantonan, li giştî gund, tax, bajarok û bajarên kantonên Cizîr, Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazorê û her du taxên Helebê bi giştî 36 meclisên bajaran, 152 meclisên bajarokan û 3 hezar û 950 komîn hene.

Ji bilî meclisên bajar û bajarokan li taxan jî meclis hatine avakirin, lê hejmara wan diguhere.

MÎNAKEK JI KOMÎNAN

Komîn li gorî pêdiviyan wekî komînên etnîk, çandî û giştî hatine avakirin. Lê li gelek cihan jî hemû pêkhate bi hev re didin meşandin.

Li taxa Erbewiyê ya li bajarê Qamişlo komînek ku ji aliyê pêkhateyên Kurd, Suryan-Asûr û Ereb ve hatiye avakirin balê dikşîne û wekî mînak tê dîtin.

Me jî xebatên vê komîna ku bi navê Komîna Şehîd Seydo hatiye vekirin û temsîla zêdetirî hezar û 200 malbatan dike, li cihê wê şopandin.

Li komînê jineke Kurd û mêreke Suryan weke hevserok hatine hilbijartin. Endamên din ên ku cihê xwe di komîteyên komînê de digirin jî Kurd, Ereb û Suryan in.

Hevseroka komînê Cîhan Hisên dibêje ku yek ji xebatên wan ên girîng serdanên malbatan ne, li gorî Cîhanê di van serdanan de naskirin, danûstendin zêdetir çêdibin, bi wê re jî pirsgirkên xwe nîqaş dikin û ji bo çareseriyê hevkariyê pêş dixin. Cîhan Hisên diyar kir ku ew her roj li komînê kar dimeşîne ji pirsgirêkên biçûk heta mezin mijûl dibe.

Hevserokê komînê Melkê Gewriyê jî destnîşan kir ku ew li komînê erka xwe ya bingehîn a li beramberî civakê pêk tînin.

Hemû welatî jî pirsgirkên xwe li komînê bi hev re nîqaş dikin û li rêyên çareseriyê digerin.

(a)

ANHA