Li Qamişloyê pirsgirêka avê didome

Pirsgirêka avê li bajarê Qamişloyê bi awayekî beşî hatiye çareserkirin, lê hîna jî li gelek taxan av bi rêk û pêk nayê berdan. Şaredarî hewlên çareserkirina vê pirsgirêk didomîne.

Li Qamişloyê pirsgirêka avê didome
21 tîrmeh, 2025   06:25
QAMIŞLO

Piştî krîzeke giran a avê ya ku bi rojan dom kir, peydakirina avê li Qamişloyê bi awayekî beşî hatiye çareserkirin. Lê, li hin taxan pirsgirêk didome, gilî û gazinên li ser berdana avê ya kêm û bikaranîna şêniyan a jêderên altarnatîf ên avê ku ji bo vexwarinê nabin, zêde dibin. Şêniyan banga kir ku aliyên peywendîdar bi erkên xwe rabin û ev pirsgirêk were çareserkirin.

Li taxên Xerbî, Xelîc û Kornîş krîza avê didome. Av bi rêk û pêk nagihîne wan taxan û ev yek zehmetiyên rojane yên xelkê zêdetir dike.

Tevî nîşaneyên başbûna beşî ya berdana avê, lê piranî şênî avê ji tankeran dikirin û vê jî barekî din ê madî digel rewşa aborî ya zehmet de, li ser welatiyan zêde kir.

GILIYÊN ŞÊNIYAN: WESTAN Û LÊÇÛNÊN ZÊDE

Welatî Mehmûd Îbrahîm (70) zehmetiyên xwe yên rojane ku ji ber avê dikişîne ji ajansa me re vegotin: "Mala min li kêlek benzînxaneya Lezgîn e. Dema ava me tê, pir kêm e. Ji bo avê bigirim û depo bikim, bi taybet dema bi şev tê, ranakevim. Xezaneya avê li ser xanî ye, gelek caran hildikişim û dadikevim, ji bo binêrim ka tije bûye yan na. Temenê min mezin e, tenduristiya bi min re nabe alîkar. "

Îbrahîm diyar kir ku şêniyên taxê êdî avê ji bîrên deverên derdorê, ku ji bo vexwarinê nabin, peyda dikin. Şênî her 5 bermîlan bi 70 hezar lîreya Sûriyeyê dikirin. Îbrahîm ev yek aşkera kir: "Em pirî caran bi şevê bi saetan dimînin ku hinekî av bi dest bixin. Ev rewş ji zêdetirî 10 rojan ve dom dike."

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a bajêr Sitêfo Ayşoh Masûd axivî û diyar kir ku şaredariyê di van du rojên borî de hewlên xwe yên başkirina rewşa berdana avê zêde kirine, nexasim piştî di hefteya borî de krîza avê girantir bû. li gorî Masûd, ev krîz ji ber qutbûnên dubare yên kehrebeyê ji ser stasyonên pempekirinê û lawaziya binesaziya tora avê, ye.

Masûd destnîşan kir ku şaredariyê jenetorên li 3 stasyonên sereke pêxistine; Uwêca, Hîlaliyê û Ceqceq. Vê yekê jî hişt ku saetên berdana avê zêde bibe û di rojê de 16 saetan derbas bike, lê ne bi ser hev de tê. Berdana avê wiha ye; 4 saetan li pey hev tê berdan û 2 saetan tê qutkirin ku xezane werin dagirtin.

Masûd anî ziman ku pirsgirêk ne tenê ji ber lawaziya kehrebê ye, ji bilî wê şêniyan dînamo li ser henefiyan siwar kirine û ew dînamo jî çi av di xetê de hebe dikişîne. Bi wê re gelek şênî, bi taybet ên li taxên derdorê ji para xwe ya avê mehrûm dibin.

Di dawiyê de hevserokê Şaredariya Qamişloyê diyar kir ku şaredarî wê tedbîrên giran li hember kesên muxalifan dikin bigire; weke rakirina dînamoyên neruxsetkirî, ferzkirina bacên darayî li xwediyên wan. Masûd aşkera kir ku xebata ji bo başkirina berdana avê didome, çavdêriya li ser torên avê berdewam dike, li ser giliyên şêniyan ên der barê kêmherikîna avê û diziya wê de tê sekinandin.

Tevî di van çend rojên dawî de berdana ava Qamişloyê hinekî baş bûye, lê hîna çareseriyên bingehîn ên vê pirsgirêkê tune ne. Ev dihêle ku krîza avê û zehmetiyên şêniyan li taxên ku bi awayekî bi rêk û pêk av nagihîne wan, dewam bike.

Zehmetiya mezin li pêş rayedarên xwecihî ew e ku binesaziya torên avê yên kevin in û xerab bûne, belavkirina avê li şêniyan bi awayekî wekhev pêk nayê, li kêlek wê jî bi awayekî ne birêkûpêk av tê xerckirin.

Ligel bilindbûna pileyên germahiyê û hilweşîna rewşên aboriyê, êdî pêdiviya destwerdaneke lezgîn û hevkariyekê ji her demê zêdetir divê; çi bi rêya piştgiriya pîşeyî û teknîkî ji bo sererastkirina torên avê, yan jî bi rêya aktîfkirina çavdêriya tund ku av neyê dizîn û bi awayekî wekhev bigihîje tevahî şêniyan. Bêyî çareseriyên stratejîk û demdirêj wê ev krîz her tim dubare bibe.

(fr)

ANHA