ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ

Şêniyên berê xwe didin Bendava Tişînê diyar kir ku ew amade ne di her demê de parastina bendavê bikin û got: "Em li hember timayên dewleta Tirk a dagirker destgirêdayî namînin."

ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ
ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ
ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ
ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ
ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ
ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ
ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ
ˋParastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê yeˊ
3 sibat, 2025   17:11
REQA

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tev li çalakiyên nobedê bidin û parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin, karwan bi karwan berê xwe didin Bendava Tişrînê

Xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, koçberên kantona Efrîn û Şehbayê  yên ku berê xwe didin Bendava Tişrîn diyar kir ku ev berxwedan ji bo parastina şênî û gundên wan li hember êrişan û sekna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî girîngiyeke mezin. e

Welatiyê bi navê Nîdal Mihemed ê ji Reqayê ku yek ji şêniyên berê xwe dide Bendava Tişrînê got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên ji aştiyê hez dikin. Lê dewleta Tirk a dagirker şer dixwaze û bendavê hedef digire. Îro jî me ji bo parastina bendavê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker berê xwe daye bendavê."

Mihemed wiha domand: "Em piştgiriyê didin hêz û zarokên xwe yên QSDˋê û YPJˋê. Ew li dijî êrişan û ji bo parastina herêmê destanan dinivîsînin."

Welatiyê bi navê Beşîr El Nayif ê ji xelkê Reqayê jî got: "Xelkê kantona Reqa di parastina bendavê de dewam dikin. Em cih ji bo me bûye cihê berxwedanê."

El Nayif wiha domand: "Em ne tenê parastina bendavê dikin, lê belê em tevahî Sûriyê ji projeyeke dagirkirinê diparêzin. Em amade ne li hember vê projeyê bisekinin. Parastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê ye."

Her wiha koçera ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ku li Tebqayê bi cih bûye, Meryem El Ebid jî got: "Em îro berê xwe didin bendava berxwedanê û şehîdan ku hêz û moralê bidin hêzên xwe. Ev ne cara yekemîn e ku tev li çalakiyên li bendavê dibim. Ez gelek caran bi karwanên gel re çûme ser bendavê, hevalên min şehîd û birîndar bûn."

Meryem wiha domand: "Em xaka xwe ji kesî re nahêlin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em bendav û xaka xwe ji dijmin re nahêlin."

Nûrî Mihemed jî ku koçberê kantona Efrîn û Şehbayê ye got: "Em ji bo parastina bendavê ji êrişan berê xwe didin bendavê û li hember timayên dewleta Tirk a dagirker destgirêdayî namînin."

(fr)

ANHA

REQA

TEBQA