Yekitiya Wênekêşên Sûriyeyê li ser bendavê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li dijî Bendava Tişrînê û rojnamevanan şermezar kirin.

Yekitiya Wênekêşên Sûriyeyê li ser bendavê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
3 sibat, 2025   18:11
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê der barê rûdan û sûcên li Bendava Tişrînê li dijî welatiyan û rojnamevanan tên kirin de li ser bendavê daxuyaniyek da. Hevserokê yekitiyê Emed Mardilî û rojnamegera Star FM Lîlav Hesen bi beşdariya bi dehan pêkhateyên kantona Cizîrê û rojnamevanên li bendavê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku huner û rola wê di veguhestina êşên gelan, çand û mîrasa wan a dirêjahiya dîrokê de girîng e. Wênekêşiya fotografî parçeyek ji vê hunerê ye û di belgekirina rastî û veguhestina wan de roleke bingehîn dilîze, bi taybet jî digel bûyerên li Sûriyeyê diqewimin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê ji dema damezrandinê ve rol û girîngiya wênekêşiya fotografî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye pêş û piştgiriya Şoreşa 19ˋê Tîmrehê kiriye. Yekitiyê ew yek bi veguhestina rastiyan û belgekirina têkoşîna gelê herêmê, berxwedan û fedakariyên wî li hember rêxistinên terorîst ên bi piştgiriya dewleta Tirk kir.

Her wiha di daxuyaniyê de bal li ser qaşû "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" hat kişandin û hat gotin ew nûnertiya gelê Sûriyeyê nake û dûrî nîştimanî û tevahî Sûriyeyê ye, ji wê zêdetir ew di destê hêzên derve de amûrek e.

Di berdewama daxuyaniya yekitiyê de hat diyarkirin ku yekitî di 2024ˋan de ji bo xurtkirina hevkariya bi komeleyên wênekêşiya fotografîk û wênekêşên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi ser ket. Ew yek jî bi rêya lidarxistina mîhrîcaneke hevbeş bi beşdariya wênekêşên ji Misrê, Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêk hat. Di wê mîhrîcanê de xebatên Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê, xebatên komele û wênekêşên beşdar hatin pêşandan.

Yekitiyê destnîşan kir ku biryar bû ev mîhrîcana salane di 31ˋê Çileya her salê bihata lidarxistin da ku ji bo pevguherîna afrînerî, pisporî û çandan bibûya platformeke daîm, lê pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li Sûriyeyê, hilweşîna rejîma Esed, wergirtina desthilata Şamê ji hêla komên çekdar ên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve û êrişên dewleta Tirk û yên komên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hiştin ev plan were betalkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin gelê Sûriyeyê bi hêvî bû ku hilweşîna rejîma berê ya li Şamê bibûya destpêka aştî, azadî û bidawîkirina şeran li Sûriyeyê, lê dewleta Tirk niyetên xwe yên firehkirin û dagirkirinê aşkera kirin û bi rêya redkirina lihevkirinan bi QSDˋê û Koalîsyona Navneteweyî re hewl da gel qir bike. Dewleta Tirk di siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wêrankirina binesaziyê de dewam dike.

Yekitiyê bang li hunermend û aliyên navneteweyî kir ku li kêlek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSDˋê bisekinin û bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û sûcên dewleta Tirk aşkera bikin. Ji ber ku dewleta Tirk tevahî welatiyan, di nav de jî rojnamevan, nûçegihan û wênekêşan jî hedef digire.

Her wiha yekitiyê banga zextkirina li yekitiyên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û hêzên aktîf kir ku dewleta Tirk êrişên li dijî herêmê û destkeftiyê wê rawestîne, da ku ewlehî û aştî pêk bê.

Di dawiya daxuyaniyê de yekitiyê diyar kir ku ew bi rêya belgekirina van rûdanan, veguhastina êşên gelê Sûriyeyê ji cîhanê re rola xwe dewam dikin.

(fr)