Balafirên dewleta Tirk derdora gundekî Kobanê bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Sebt ê ku 30 kîlometre li başûrê Kobanê ye, bombebaran kir.

Balafirên dewleta Tirk derdora gundekî Kobanê bombebaran kir
3 sibat, 2025   17:06
KOBANÊ

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din derdora gundê Sebtê yê nêzî depoyên bajarê Sirînê çend caran bombebaran kir. Lê tu agahî der barê windahiyan de bi dest neketin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku di encama bombebarana li derdora gundê Sebt ê Kobanê de zirarên mezin bi mal û milk û zeviyên çandiniyê bûn.

(fr)