ˋHilbijartinên hikumeta veguhêz ne rewa neˊ

Siyasetmedar û kesayetên civakî got hilbijartinên "parlamentoyê" yên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk anîne, ne demokratîk in, nûnertiya vîna gelê Sûriyeyê nakin, tevlêbûna jinan şeklî ye û kesên girêdayî hikumetê hatine tayînkirin.

ˋHilbijartinên hikumeta veguhêz ne rewa neˊ
7 cotmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Di 5ˊê Cotmehê de, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê hilbijartinên parlemantoyê li dar xistin. Ev hilbijartin di nava aliyên siyasî û medyayê de li ser rewatiya wê nîqaşeke berfireh derxist holê, bi taybet piştî dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Siwêdayê ji beşdarbûnê û pêkanîna mekanîzmeya hilbijartinan.

ˋJINÊN SÛRIYEYÎ MAFÊN XWE YÊN RASTÎN BI DEST NEXISTINˊ

Girêdayî mijarê ajansa me nêrîn û helwestên kesayetên civakî û siyasî yên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê yên der barê hilbijartinan de girtine. Li ser mijarê endama rêveber a Meclisa Civakî ya Ermenî Anoş Teteriyan axivî û got: “Hilbijartinên hatine kirin ne demokratîk in. Rêjeya tevlêbûna jinan pir kêm e.”

Anoş wiha domand: “Ger rastî ev hilbijartin demokratîk bûna, diviyabû jin ji tevahî pêkhateyan bi awayekî berfireh beşdar bûna. Di heman demê de divê destûr jî pirreng be û ji aliyê gel ve were derxistin, ne ji kesên xwedî berjewendiyên takakesî."

Anoş destnîşan kir ku tişta çêbûye ne hilbijartin e, lê belê tayînkirin e û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bê hilbijartinan gelek kes hatin tayînkirin. Hikumeta heyî kopyek ji rejîma berê xerabtir e û tu nîşaneyên wê yên demokrasiyê nîn in."

ˋJINÊN LI SÛRIYEYÊ TEDBÎRÊN ŞEKLÎ RED DIKINˊ

Endama Koordînasyona Yekitiya Êzidiyên li Sûriyeyê Gulîcan Cafer jî got: “Gelê Sûriyeyê di 13 salên şer de, bi hezaran şehîd da. Îro jî rûbirûyî hikumeteke demkî ku ya yekalî ye. Ji ber ku rewatiya xwe ji komên çekdar bi desteserkirina desthilatên serokatiyê û avakirina wezaretan wergirtiye."

Gulîcan wiha domand; “Hikumet, dayîna biryarên yekalî didomîne, herî dawî jî ragihandina avakirina qaşo "meclisa gel" bû."

Gulîcan veqetandina rêjeya ji sedî 20 ji bo jinan ku tev lê parlamentoyê bibin rexne kir û bi "hewla spîkirina rûyê xwe li pêş cîhanê" wesif kir. Gulîcan got: "Jina Sûriyeyê her tim pêşengê şoreşê bû û fedekariyên mezin pêşkêş kirin û hîna pêşkêş dikin. Ji mafên wê ye ku mafên xwe tevahî di destûra Sûriyeyê ya bê de, di warên siyasî, leşkerî, dîplomasî û çandî de wergire. Ne ku amabûna wê şeklî be."

Gulîcan diyar kir ku: “Em Jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê biryarê qebûl nakin. Di rastiyê de ev gav bi hewla qezenckirina rewabûneke derew in. Ev jî di demekê de ku rejîm lawaz dibe û jinên Sûriyeyê hîna tu mafên xwe di hikumet an jî wezaretan de negirtiye pêk tên."

ˋHIKUMETA VEGUHÊZ Û BINKEFTINA BIRÊVEBIRINA KRÎZANˊ

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Hesekê Ferhan Dawûd got: “Hilbijartin, nûnertiya vîna gelên herêmê nakin. Hikumeta veguhêz bi biryarên navneteweyî û hegemoniya hêzên derve hat. Bi wê re ev hilbijartinên heyî jî gele aliyên, wek deverên Bakur û Rojhilatê û Siwêdayê bi dûr xistin."

Dawûd diyar kir ku parlamentoya rastîn, ji aliyê gel ve tê hilbijartin, her nûnerên her pêkhateyekê tê de hene û got: “Bi dûrxistina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê kêmneteweyan û taîfeyan herêmên herî cihereng in, sîfeta demokrasiyê ji dest da û biryarên wê zirarê didin gelê Sûriyeyê. Ji ber ku nûnertiya vîna sûriyeyiyan nake.” 

Dawûd îşaret pê kir ku kesên hatine hilbijartin, ne xwedî nêrîneke siyasî ya rastîn in, lê girêdayî aliyên tundraw û cîhadîst in, û hewl didin xwe bikin desthilatdarên Sûriyeyê.

Di dawiyê de Ferhan Dawûd got: “Hikumeta veguhêz ji dema hatiye ser desthilatê ve, ti çareseriyên cidî pêşkêş nekirin. Tenê krîz û tevlihevî derxistin. Çarenûsa hilbijartinên ku li dar xistine, binkeftin e. Mîna ku hewldanên diyaloga nîştimanî û Danezana Destûrî ya berê bi ser neketin. Ji ber ku nûnertiya vîna gelê Sûriyeyê nakin.”

(şx)

ANHA