ˋDigel aloziya herêmî yekitî ji her demê bêhtir pêwîst eˊ

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku pêwîstiya rewşa heyî û aloziya herêmî bi xurtkirina yekitiya Kurdan, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê leşkerî ve heye.

ˋDigel aloziya herêmî yekitî ji her demê bêhtir pêwîst eˊ
4 adar, 2026   05:25
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Şêniyên bajarê Qamişlo bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan û diyar kir ku pêwîstiya qonaxa niha û geşedanên herêmî bio helwesteke yekgirtî ji hêz, partî û tevgerên siyasî yên Kurd heye.

Welatiyê bi navê Esed Yûnis anî ziman ku gelê Kurd di qonaxek hesas û krîtîk re derbas dibe, ji bo derbaskirina wê, pêwîst e ku hewldan bên yekkirin, ji berjewendiyên teng ên partîzanî dûr bikevin û li gorî berjewendiya giştî ya Kurd bixebitin.

Yûnis destnîşan kir ku li dijî wan komplo tên kirin, lê ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin. Yûnis got: "Pêdiviya me bi piştevaniya gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê heye. Ji ber destek tenê nikare li çepikan bide."

Yûnis diyar kir ku her partîyek ku li derveyî çarçoveya yekitîya Kurdan tev bigere, li beramberî gel berpirsiyariya vê yekê digire ser xwe, tu bijarde li pêşiya partiyên Kurdan ji bilî xizmeta yekitiya refên Kurdan tune ye.

Ehmed Mecîd jî daxuyand ku pêşîniya qonaxa niha ew e ku yekitiya Kurdan pêk were û enerjiya siyasî li hember aloziyên herêmî were komkirin.

Ehmed Mecîd destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan ji bo mafên xwe têkoşîn kiriye û bi hezaran şehîd dane. Ew gelekî aştîxwaz e ku bi hemû pêkhateyan re dijî, lê heke ew nebin yek, kes wan naparêze. Yekitî ji her demê bêhtir pêwîst e.

Mecîd di berdewama axaftinên xwe de got: "Gelê Kurd li dijî terorîzmê şer kir û cîhan parast, lê carinan berjewendiyên navneteweyî li ser rastiyan serdest dibin, ji ber vê yekê divê yekitiya Kurdan a navxweyî bingeh be."

Seyfudîn Hisên jî destnîşan kir ku Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê, di dema komployên li dijî gelê Kurd de, îspat kirine ku yekitiya wan dikare hevkêşeyan biguherîne. Hisên got: "Dema gel dibe yek hêz xurt dibe û êriş radiwestin, em mafên xwe yên çandî, perwerdehî û civakî bi dest dixin."

Hisên anî ziman ku hêza gelê Kurd di hevgirtina wan a siyasî, leşkerî û gelêrî de ye, derbaskirina nakokiyan gaveke bingehîn ber bi pêşerojeke yekgirtî ye ku xizmeta berjewendiyên wan dike.

Hisên di dawiyê de got ku pêwîst e hêz û partiyên Kurdî nakokiyên xwe bidin aliyekî û di çarçoveyek yekgirtî de bixebitin ku îradeya gelê Kurd nîşan bidin.

(ac/fr)

ANHA