Balyozxaneya Amerîkayî ya li Lubnanê heta agahdariyek din hat girtin

Balyozxaneya Amerîkayî li Beyrûtê ragihand ku ew deriyên xwe heta agahdariyeke din digirin.

Balyozxaneya Amerîkayî ya li Lubnanê heta agahdariyek din hat girtin
3 adar, 2026   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Amerîkayê li Lubnanê, piştî 2 rojan ji êrişên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, ragihand ku deriyên xwe heta agahdariyeke din digirin.

Balyozxaneyê di posteke li ser Xˊê de diyar kir, ''Ji ber aloziyên herêmî yên berdewam, Balyozxaneya Amerîkayê li Beyrûtê heta agahdariyeke din girtî dimîne."

(ac/fr)

ANHA