ˈWê têkoşîna me ya ji bo Rêbertî ranewesteˈ

Jinên efrînî diyar kir ku hevdîtina Omer Ocalan a li gel Rêber Abdullah Ocalan wan kêfxweş kir, lê pergala îşkence û qirkirinê hîna dewam dike. Jinan got: "Heya em Rêberê xwe di nava xwe de nebînin em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin.”

ˈWê têkoşîna me ya ji bo Rêbertî ranewesteˈ
14 mijdar, 2024   03:10
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Herî dawî dewleta Tirk di 16`ê Cotmehê de, 3 mehên din ‘cezayê dîsîplînê’ li Rêber Abdullah Ocalan ferz kir.

Têkildarî mijarê, jinên ji Efrînê diyar kir ku dê têkoşîna wan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidome.

Zozan Hec Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk bi komploya navneteweyî xwest gel û Rêber Abdullah Ocalan ji hev dûr bixe.

Zozanê got: "Hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Abdullah Ocalan re kêfxweşiyeke herî mezin bû. Lê pergala îşkence û qirkirinê berdewam e. Ji bo şikandina vê pergalê jî têkoşîna me berdewam e. Heya em Rêberê xwe di nava xwe de nebînin em ê tu carî dest ji berxwedan û têkoşînê bernedin.”

Fîdan Osman jî diyar kir ku bi pergala îşkence û qirkirinê dixwazin hêviya Kurdan bidin şikandin û ev li gotinên xwe zêde ir "Lê têkoşîna gelê Kurd dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tim berdewam be. "

Fatimê Birîmo destnîşan kir ku piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re careke din 'cezayê dîsîplînê’ hatiye nûkirin û got ev yek tu carî nayê qebûlkirin.

Fatimê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û yên jinan çareser bike û got têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî erka tevahî gelên herêmê ye.

Fîdan Elî jî destnîşan kir ku 25 sal e pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah heye û soz da ku li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan bin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

Fîdan Elî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker dizane ku pirsgirêkên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tenê bi pêkanîna fikirên Rêber Abdullah Ocalan tên çareserkirin, ji ber wê ew pergala qirkirin û îşkenceyê didomîne."

ANHA