Îsam Dîmeşqî: Em hewl didin qutubeke demokratîk û nîştimanî ya sûriyeyî ava bikin

Endamê komîteya amadekar a Kongreya Sûriyeya Demokratîk Îsam Dîmeşqî got kongre, ji bo yekitiya hêzên sûriyeyî gaveke girîng e. Di heman demê de Dîmeşqî destnîşan kir ku ji bo xurtkirina têkiliyên sûriyeyî-sûriyeyî û avakirina qutubeke demokratîk a nîştimanî ya sûriyeyî di nava hewldanan de ne.

Îsam Dîmeşqî: Em hewl didin qutubeke demokratîk û nîştimanî ya sûriyeyî ava bikin
14 mijdar, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN 
YEHYA EL HEBÎB

Muxalîfê sûriyeyî ku tev li organîzekirina Kongreya Sûriyeya Demokratîk bûye Îsam Dîmeşqî ji ajansa me re têkildarî kongreyê ya ku 25 û 26’ê Cotmehê li paytexta Belçîkayê Brukselê bi beşdariya 128 şandeyan ji hundir û derveyî Sûriyeyê hatiye lidarxistin, axivî.

Îsam Dîmeşqî diyar kir ku lidarxistina kongreyê ji bo xurtkirina hewldanên rêxistin û kesayetên demokratîk nemaze di van şert û mercan de gaveke gelek girîng e û wiha domand: "Di asoya nêz de xuya dike ku têkiliyên herêmê û navneteweyî wê ji nû ve werin sazkirin. Ihtîmala heye guheritnên girîng di aloziya Sûriyeyê de çêbibin."

Dîmeşqî ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji bo bidestxistina veguhastina siyasî li Sûriyeya hevgirtî li ser bingeha biryarên navneteweyî di serî de 2254, em bi tevahî demokratan û welatparêzên sûriyeyî re di nava hewldanan de ne. Divê Sûriye, dewleta hemwelatîbûnê ya demokratîk be ku mafên kesan û mafên kêmneteweyan yên çandî dabîn dike.”

Dîmeşqî bal kişand ser kongreyê û got: "Bê sebeb propaganda li ser kongreyê hate kirin ku têkiliyên bingehîn û hevalbendiyên di navbera hêzên siyaysî yên sûriyeyî de, ne temam in. Têkildarî siberoja Sûriyeyê, hişmendiyek nîn e ku siberoja Sûriyeyê dê girêdayî diyalog û dan û standinên di navbera Sûriyeyan de be, divê kesek neyê dûrxistin tenê kesê dixwaze xwe dûr bixe ji bo ku ji projeyên ne sûriyeyî re xizmetê bike.”

Dîmeşqî girêdayî armancên ku kongreyê bi dest xistine got: "Me qet nexwest hêviyên li ser kongreyê mezin bikin. Li ser asta têkiliyên sûriyeyî-sûriyeyî kareke mezin li benda me ye. Divê em qutubeke demokratîk a nîştimanî ya sûriyeyî û xwedî bandor ava bikin. Dûre divê em li ser qadên erebî, herêmî û navneteweyî kar bikim ji bo ku bigihêjin çareseriya siyasî ya giştî.”

Dîmeşqî di dawiyê de got: "Divê em ji bîr nekin ku hîna li cem sûriyeyiyan amûrên pêwîst ji bo ku xwedî bandor bin, tune ne. Hîna hêzên herêmî û navneteweyî serwer in. Hîna rejîma Sûriyeyê rola xwe dilîze û çareseriya siyasî asteng dike.”

(şx)

ANHA