ˈArtêşa Îsraîlê embareke çekên kîmyewî li Sûriyeyê kir hedefˈ

Kenala 12ˈan a girêdayî Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê embareke çekên kîmyewî li Sûriyeyê kir hedef. Li gorî Desteya Weşanê ya Îsraîlê jî,  Îsraîl wê rê nade çeteyan dest deynin ser çekên stratejîk ên hêzên hikumeta Şamê.

ˈArtêşa Îsraîlê embareke çekên kîmyewî li Sûriyeyê kir hedefˈ
7 kanûn, 2024   00:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala 12ˈan a girêdayî Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê embargeheke çekên kîmyewî li Sûriyeyê kire hedef. Her wiha destnîşan kir ku armanc ji vê êrişê ew e ku ev çek nekevin destê çeteyan.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê jî ku xwe agahiyên xwe ji çavkaniyên "agahdar" wergirtine, da zanîn ku Îsraîl wê rê nede çekên stratejîk ên hêzên hikumeta Şamê bikevin destê çeteyan.

Heman çavkanî diyar kiribû ku  artêşa Îsraîlê dê li gorî her tevgereke ku metirsiyê dide ewlehiya Îsraîlê tev digere.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta Şamê bajarên Risten û Telbîsê yên bakurê Himsê ji dest dan û  balafirên Rûsyayê jî pira Risten rûxand da ku pêşî li êrişkeran were girtin.

(mh/bb)