21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin

Ji koçberên kantona Efrîn-Şehbayê, 21 malbat li bajarê Çilaxa hatin pêşwazîkirin.

21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
21 malbatên koçber li Çilaxa hatin pêşwazîkirin
7 kanûn, 2024   00:28
QAMIŞLO

Ji xelkên kantona Efrîn-Şehbayê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, vê êvarê 21 malbat gihiştin bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê.

Malbatên koçber ji aliyê Meclisa Bajarê Çilaxa ve hatin pêşwazîkirin û li malên şêniyan hatin bicihkirin heya ku cihên taybet ji bo wan werin diyarkirin.

Di çarçoveya bicihkirinê demkî de, konekî mezin li taxa Selahedîn a li navenda bajar hatiye vedan û hemû pêdiviyên bingehîn lê hatine bicihkirin.

Li aliyekî din li bajar û gundên Çilaxa xanî tên amadekirin, heya ku amadekirî bi dawî bibin, dê malbatên koçber lê bên bicihkirin.

 Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgirîkirina koçberên ji kantona Efrîn-Şehba û gundewarên başûrê Helebê û Hemayê di nava liv û tevgerê de ne.

(bb)

ANHA