ʹWêrekiya Erdogan tune ye ku têkiliya xwe bi Til Avîvê re qut bikeʹ

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Hanî El Cemel destnîşan kir ku xemgîniya Erdogan li ser Lubnan û Filistînê tenê daxuyaniyên devkî ne û ji bo xizmetkirina armancên xwe ye û tu wêrekiya wî ya qutkirina têkiliyan bi Til Avîvê re tune ye.

ʹWêrekiya Erdogan tune ye ku têkiliya xwe bi Til Avîvê re qut bikeʹ
17 cotmeh, 2024   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Di demekê de ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan li hember gelên Filistîn û Lubnanê xemgîn e, dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dagirkirinê li Sûriyeyê û Iraqê dewam dike, welatiyan qetil dike, binesaziyên xizmetguzarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran dike, siyasetên tirkkirinê li herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, dimeşîne.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Hanî El Cemel diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan nîşan didin ku ew kesekî pragmatî ye ku ji berjewendiya xwe ya kesane pê ve tiştekî din nabîne, heta berjewendiyên welatê xwe jî nabîne û got: "Erdogan hewl dide ji hemû rewşên derdorê sûdê wergire. Piştî ku şerê li Xezayê li seranserî cîhanê deng veda û ket pêşiya şerê Rûsya û Ukraynayê, Erdogan hewl da vê dozê bi kar bîne û têkçûna aborî ya hundirê Tirkiyeyê binixumîne."

El Cemel wiha domand: "Erdogan dagirkeriyeke giştî bi kûrahiya 30 kîlometreyan di hundirê xaka Sûriyeyê de dide meşandin û êrişên terorî li xaka Iraqê pêk tîne. Li kêlek wê jî terora dewletê li dijî Iraqê bi rêya kontrolkirina avê dimeşîne."

Têkildarî nepratîkirina gotinên Erdogan El Cemal wiha dirêjî da axaftina xwe: "Têkiliyên Erdogan bi Amerîkayê re baş in. Berjewendî jî her tim ber bi aliyê Îsraîlê, ewlekariya Îsraîlê û berfirehkirina dewleta Îsraîlê ve diçe. Her wiha ber bi guhertina geosiyasî li Rojhilata Navîn ve jî diçe."

El Cemel diyar kir ku li kêleka ku dewleta Tirk ne ji her sê dewletên navbeynkar (Misr, Qeter û Amerîka) ye, lê têkiliyên Enqereyê bi Til Avîvê re jî baş in û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk sozên xwe yên qutkirina têkiliyên bi Îsraîlê re yan jî şikandina dorpêça li ser Xezayê pêk neanîn. Erdogan bi propagandayê hewl dide rewşê li gorî xwe bi kar bîne. Erdoganê ku îdia dikir ku xelîfeta muslimanan e, tu wêrekiya wî tune ye ku têkiliyên xwe bi Til Avîvê re qut bike."

Der barê bersivdana pirsa, gelo wê kengî mirov ji kesekî mîna Erdogan bawer bike de El Cemel wiha got: "Tu dema bawerkirina ji Erdogan ji bilî pêkanîna nemaye. Ger divê jê were bawerkirin jî, pêwîst re ji Sûriyeyê derkeve. Her wiha piştgiriya Sûriyeyiyan, diyaloga navnxweyî ya Sûriyeyê hebe."

(mh)