2 hezar û 193 xwendekar li zanîngehan hatin bicihkirin

Li 3 zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymangehên girêdayî desteyên Rêveberiya Xweser 2 hezar û 193 xwendekar hatin qebûlkirin.

2 hezar û 193 xwendekar li zanîngehan hatin bicihkirin
17 cotmeh, 2024   07:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Pêvajoya qebûlkirina xwendekaran ya ji bo sala nû (2024-2025) a zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Tebaxê de dest pê kiribû û destpêka Cotmehê de bi dawî bû. Xwendekarên ku dê nû zanîngehê bikin, di beşên zanistî û pîşeyî de tevlî ezmûnan bûn û li gorî encamên ezmûnan li fakulte û peyamangehan hatin bicihkirin. 

HEJMARA XWENDEKARAN

Li gorî agahiyên ku Hevserokê Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Elî dane ANHA`yê hejmara xwendekarên ku hatine qebûlkirin, li Zanîngeha Rojava 827, Zanîngeha Kobanê 435 û Zanîngeha El-Şerq 326 xwendekar in.

Li kêlek fakulte û peymangehên girêdayî zanîngehan, li herêmê peymangehên girêdayî desteyên perwerde, çandê û tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser jî hene.

Li Peymangehên Amadekariya Mamosteyan ên Qamişlo, Hesekê û Şehbayê yên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê 494 xwendekar hatine qebûlkirin.

Li Peymangehên Tenduristiyê yên Şehba û Hesekê 45 xwendekar hatine qebûlkirin.

Li Peymangeha Bilind a Hunerî jî 66 xwendekar hatine qebûlkirin.

FAKULTE Û PEYMANGEHÊN NÛ

Vê salê ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Peymangeha Bilind a Hunerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin, navenda wê li bajarê Dêrikê ye.

Li Zanîngeha Kobanê Peymangeha Îdarî û Qanûnê bû Fakulteya Mafnasî, Peymangeha Bilind a Ragihandinê hate vekirin. Beşa Bexçeyê Zarokan jî li Fakulteya Perwerdeyê hatiye zêdekirin.

Li Zanîngeha El-Şerq jî Peymangeha Zimanê Kurdî (Tebqa-Reqa), Peymangeha Endezyariya Ceyranê û Mîkanîk (Tebqa) hate vekirin.

LI ZANINGEHAN 4 HEZAR 775 XWENDEKAR

Di sala xwendinê ya 2024-2025 nêzî 2 hezar û 721 xwendekar li Zanîngeha Rojava, hezar û 459 xwendekar li Zanîngeha Kobanê û 595 xwendekar li Zanîngeha El-Şerq dixwînin.

Li zanîngehan 6`ê Cotmehê dewma xwendekaran dest pê kir.

(a)

ANHA