Şedadî: Em bi QSD`ê re ne

Şêniyên Şedadê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmê dagir bike. Şedadiyan got ew amade ne herêmên xwe biparêzin.

Şedadî: Em bi QSD`ê re ne
17 cotmeh, 2024   04:10
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Rojane herêmê topbaran dike. Di encama êrişên wê di vê dawiyê de, gelek zarok şehîd bûn.

Her wiha beriya çend rojan êriş kantona Minbicê kiribû û di encamê de leşkerên hikumeta Şamê hatibûn kuştin û birîndar bûbûn.

Şêniyên bajarê Şedadê ev êriş şermezar kirin. Şêniyê bi navê Mihemed El Xilêf got: "Hedefgirtina binesaziya bajêr, kuştina sivîlan û koçberkirina şêniyan, sûc e."

El Xilêf destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan, dagirkirina herêmê û guhertina demografiya wê ye.  El Xilêf bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişan şermezar kir.

Elî El Elî jî ji bajarokê Til El Şayir e destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê ye û got: "Dewleta Tirk xeyal dike serfiraziyên osmaniyan vegerîne, herêmê dagir bike. Ji ber wê DAIŞ`ê bi kar tîne da ku vê xewnê bi dest bixin."

Her wiha El Elî destnîşan kir ku ew amade ne herêmê biparêzin û got: " Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne."

Yasir El Bikir ê ji bajarokê Til Şayir êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk bi van êrişan tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike."

Di dawiyê de El Bikir got: "Serokê dewleta Tirk hewl dide projeya Rêveberiya Xweser tune bike, ji ber ku bi saya vê projeyê herêm ewle ye û aştî lê serwer e. Ew jî li hember vê rewşê ne rihet e."

(şx)

ANHA