ˋHer destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê li Lubnanê wê helwesta Hizbullah xurt bikeˊ

Analîzek ku di kovara Foreign Policy de hatiye weşandin, diyar dike ku her destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê li Lubnanê, her çend wekî rûbirûbûnek bi Hizbullahê re were çarçovekirin jî, dikare berevajî bibe û derfetekê bide partiyê ku rewatiya xwe ji nû ve bi dest bixe.

ˋHer destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê li Lubnanê wê helwesta Hizbullah xurt bikeˊ
12 hezîran, 2026   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di analîzek ji bo kovara Foreign Policy de, lêkolîner Ehmed Şerawî ji Saziya Parastina Demokrasiyan destnîşan dike ku rêveberiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump roleke mezintir a Sûriyeyê di sînordarkirina bandora Hizbullahê di nav Lubnanê de difikire. Her çend Şam ji ber piştgiriya wê ya berê ji bo rejîma Beşar Esed û girêdana wê bi axa Sûriyê ji bo veguhastina çekan motîvên rûbirûbûna partiyê hene jî, analîz hişyar dike ku ketina hêzên Sûriyeyê bo nav Lubnanê dikare derfetek bide Hizbullahê ku xwe wekî hêzek "berxwedanê" li dijî destwerdana biyanî ji nû ve bi nav bike.

Nivîskar diyar dike ku gelê Lubnanê hîn jî hebûna leşkerî ya Sûriyeyê di navbera 1976 û 2005ˊan de bi bîr tîne ku her vegera leşkerî ya Sûriyeyê bo Lubnanê ji bo hemû aliyên Lubnanî, tevî yên ku li dijî Hizbullahê ne, dike mijarek pir hesas.

Analîz dibêje ku rola herî bibandor a Sûriyeyê ew e ku kontrolên sînoran tundtir bike û rê li ber qaçaxçîtiya çekan ji nav axa Sûriyeyê bo Hizbullahê bigire, li şûna ku rasterast beşdarî qada Lubnanê bibe. Her wiha bang li Washingtonê dike ku piştgiriyê bide hevkariya ewlehiyê ya di navbera Sûriyeyê û hevkarên wê yên herêmî de da ku torên qaçaxçîtiyê yên bi partiyê ve girêdayî têk bibin, bêyî ku Hizbullah bibe hincet da ku xîtaba xwe ya "berxwedanê" vejîne û piştgiriya gel bigire.

(fr)