Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir

Bi dehan xwendekarên digel çend mamosteyan îro li Qada Tişrînê ya Siwêdayê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza dewreyeke taybet a ezmûnan kir ku ezmûnên xwe li hundirê parêzgehê bi çavdêriya Wezareta Perwerdehiyê û rêxistinên perwerdehiyê bikin.

Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir
Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir
Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir
Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir
Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir
Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir
Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir
Xwendekarên Siwêdayê daxwaza dewreyeke awarte ya ezmûnan kir
12 hezîran, 2026   22:05
SIWÊDA

Ji ber neorganîzekirina ezmûnan li hundirê Siwêdayê zehmetiyên xwendekaran dewam dikin. Hikumeta demkî ya Sûriyeyê şert danî ku xwendekar ezmûnên amadehî li Şamê û gundewarê wî pêşkêş bikin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, piraniya xwendekarên Siwêdayê yên bawrnameyên navîn û amadehî nekarîn biçin navendên ezmûnan li Şamê û derdora wê. Ji ber vê yekê ew ji derfeta temamkirina xwendina xwe ya îsal bê par man.

Ji bo nerazîbûna li dijî nebûna ezmûnan li Siwêdayê û ji bo daxwaza dewreyeke taybet a pêşkêşkirina ezmûnan, komek xwendekaran, digel çend mamosteyan, li Qada Tişrînê xwepêşandanek li dar xist.

Mamoste Xinwa Ebû Hesûn destnîşan kir ku "çekên me pênûs, dep û zanîn in. Armanca me ya sereke ew e ku mafê hemû xwendekaran ji bo perwerdehiyê û derfetên wekhev misoger bikin."

Xwendekar Emîr El Efleq nerazîbûna xwendekaran ji windahiyên perwerdehiyê yên berê anî ziman û got, "Em ji rêxistinên navneteweyî û Wezaretê daxwaz dikin ku dewreyeke awarte ya pêşkêşkirinan li dar bixin. Me gelek tişt winda kirine û em naxwazin bêtir winda bikin. Em daxwaz dikin ku hewlên me yên perwerdehiyê di nav parêzgeha me de werin veberhênan."

Di çarçoveya înîsiyatîfa "Mafê me ye ku em fêr bibin" de, mamoste beşdarî çalakiya rûniştinê ya 12ˊemîn bûn, daxwaza parastina mafê perwerdehiyê kirin.

Di dema çalakiya rûniştinê de, pankartên bi sloganên wekî "Perwerdehiya bê siyasîkirin", "Xwendekarên Siwêdayê ne tenê hejmar in", "Mafê wan ê perwerdehiyê biparêzin û sertîfîkayên wan nas bikin", û "Mafê xwendekarên Siwêdayê yê perwerdehiyê di parêzgeha wan de misoger dikin" hatin bilindkirin.

Xwepêşanderan daxwaza hebûna şandeyek wezaretê ji Wezareta Perwerdehiyê û şandeyek ji rêxistinan kir da ku çavdêriya pêkanîna dewreya awarte bikin, mafê xwendekaran ê perwerdehiyê garantî bikin û piştrast bikin ku ew ji derfetên perwerdehiyê bê par nemînin.

(fr)