Li Humsê pevçûn; birîndar hene

Hat diyarkirin ku di encama pevçûnên çekdarî yên li taxa Ebasiyê ya Humsê de di navbera endamên Ewlekariya Giştî û komeke ji xelkê Bedewiyan hejmarek ji endamên ewlekariyê birîndar bûn.

Li Humsê pevçûn; birîndar hene
12 hezîran, 2026   23:24
HUMS

Nûçegihanê me daxuyand ku vê êvarê li taxa Ebasiyê yê Humsê di navbera endamên Ewlekariya Giştî û komeke ji Bedewiyan de hejmarek endamên ewlekariyê birîndar bûn û erebeyek bi giştî hat şewitandin.

Nûçegihan diyar kir ku pevçûn li derdora herêma "Qesra El Helebî", ji ber nakokiya li ser dizîna erebeyekê derket. Li gorî agahiyên destpêkê, koma Bedewî red kir ku erebeyê radestî Ewlekariya Giştî bike, piştre şewitand. Vê yekê rageşî zêde kir û bû sedema pevçûnên çekdarî.

Nûçegihan anî ziman ku pevçûn heta demkê dewam kir, hejmarek endamên Ewlekariya Giştî birîndar bûn. Heta niha bîlançoya dawî ya hejmara birîndaran an jî zirar ji ber bûyerê derketiye aşkera nebûye.

Li herêmê, piştî bûyerê, rewşeke hişyariya ewlehiyê heye û aliyên herêmî banga vehewandina bûyerê, xurtkirina aramiyê û qedexeya dubarebûna mîna van bûyeran kir.

(fr)