ˊJi bo sekna li dijî sûcên qirkirin û dagirkirinê em amade ne kezebên xwe bidinˊ

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku vîna wan ji tevahî çekên pêşketî û nûjen bi hêztir e û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên şikandina vîna wan badilhewa ne.

ˊJi bo sekna li dijî sûcên qirkirin û dagirkirinê em amade ne kezebên xwe bidinˊ
26 sibat, 2024   04:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Li gel êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ji taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê ya Helebê ji ajansa me re axivîn û got ew ji bo parastina xaka xwe û sekna li dijî dagirkerî û sûcên qirkirinê amade ne tiştên giranbiha bidin.

Koçbera ji Efrîna dagirkirî ku li Helebê bi cih bûye Emel Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Berxwedana me dewam dike û êrişên dagirkeriyê nikarin vîna me têk bibin."

Emel wiha domand: "Ger hat xwestin em gelek şehîdan bidin. Em ê her tiştî ji bo rizgarkirina Efrînê bikin û dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin."

Emel destnîşan kir ku li aliyekî dewleta Tirk a dagirker komkujiyan pêk tîne û aliyekî din jî hikumeta Şamê dorpêçeke giran ferz kiriye û wiha pê de çû: "Tevahî siyasetên qirkirin û dagirkirinê nagihînin serî. Em gavekê jî bi paş ve naavêjin. Ji wê zêdetir em di berxwedanê de heta rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dewam dikin."

ˊGER HAT XWESTIN EZ Ê ÇEKÊ HILGIRIMˊ

Fatme Şêxo jî wiha got: "Em ji tu hêzê natirsin û di oxira parastina xaka xwe de kêliyekê jî dudilî nabin ku canê xwe bidin. Di vî temenî de ger hat xwestin ez ê çekê hilgirim, da ku li hember planên mêtinger bisekinin û êrişên li ser herêmê bi dawî bikim û di serî de Efrînê û herêmên dagirkirî rzigar bikin."

Fatme wiha domand: "Ne em şar radigihînin. Lê ne em jî mecbûrî bêdengiya li hember êriş û binpêkirinan in. Erdogan û mîna wî bi çekên xwe me natirsînin. Em baş dizanin ku serkeftin a me ye û têkçûyîn a dijmin e. Ew di bingeh de ji bo şikandina me aciz in, ji ber ku vîna me ji hewldanên wan mezintir e."

ˊDI OXIRA AZADIYÊ DE EM AMADE NE KEZEBÊN XWE BIBINˊ

Xedîce Şêx Bilo li ser berxwedana li dijî dagirkeriyê wiha got: "Em tenê aştiyê dixwazin û ji bo wê dixebitin. Ji mafên me ye em bi bi rûmet bijîn."

Xedîce behsa bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê berjewendiyên xwe bidin aliyekî û bi wijdanekî zindî bixebitin. Gelek sal e me aştî nedîtiye. Jiyana me, ji hêla bangawazên aştiyê ve, her tim êriş e. Ew tiştekî ji aştiyê nas nakin. Gotinên wan ji kirinên wan cudatir in. Lê em dibêjin ew bi vîna me nikarin û em amade ne di oxira azadî û jiyana birûmet de canê xwe bidin."

(fr)

ANHA