Fikarên xelkê Lubnanê li ser rûdana şer

Pevçûn û êrişên di navbera Hizbullah û Îsraîlê li eniya başûrê Lubnanê de gurtir dibin. Herî dawî jî 2 êrişên hewayî li dijî herêma Xaziye ya li başûrê bajarê Seydayê û bakurê sînorê başûrê Lubnanê hatin pêkanîn. Vê jî hişt gelê Lubnanê ji encamên vê gurbûnê bi fikar be.

Fikarên xelkê Lubnanê li ser rûdana şer
26 sibat, 2024   07:35
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Çavkaniyên ewlehî yên Lubnanî da zanîn ku di 20’ê Sibatê de kargeh û embargehên herêma pîşesazî ya başûrê Seydayê hatin êrişkirin . Di encamê de 14 kes birîndar bûn ku piraniya wan karmendên Sûriyeyî bûn.

Wezareta Karên Derve ya Lubnanê ev bûyer şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bike û berfirehkirina şer li Lubnanê rawestîne.

Ev êriş a yekemîn bû ku bi vê kûrahiyê li dijî herêmê ji destpêka şerê Hizbullah û Îsraîlê de ye. Îsraîlê diyar kir ku hedefgirtina herêma Xaziye bersivdayîna ketina balafireke bêmirov li herêma Teberiya di 19'ê Sibatê de bû. Herêma Teberiya jî 20 kîlometre ji sînorê Lubnanê ve dûr e.

Berdevkê payebilind ê Îsraîlê Afxay Edreî da zanîn ku artêşa Îsraîlê li dijî embargehên cebilxaneyê yên Hizbullah li herêma Xaziye êrişên hewayî pêk anîn û got: "Ji destpêka şerê li Xezayê ve artêşa Îsraîlê zêdetirî 3 hezar û 400 armancên Hizbullah li başûrê Lubnanê hedef girtin."

ZÊDETIRÎ 23 HEZAR KES JI GUNDÊN SER SÎNORÊ BAŞÛR KOÇBER BÛN

Bûyerên leşkerî û ewlehî yên başûrê Lubnanê gurtir dibin. Nexasim bi zêdebûna topbarana di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullah de. Ji ber wê jî tirsa derketina şerekî nû li Lubnanê hemwextî şerê li Xezayê zêde bû.

Şêniyên gundên sînorê başûr ber bi kûrahuya başûrê Lubnanê ve koçber bûn. Hinan berê xwe da başûrê Beyrûtê û hinan jî berê xwe da bajarokên başûrê Lubnanê yên dûrî topbaranê û şer. Li wargehên bajarê Sûrê koçber zêde bûn.

Lubnan di saetên metirsîdar ên berî şerekî nû bi Îsraîlê re dijî.

Ajnasa me nêrînên hin welatiyan girtin. Hinek ji wan ji şerekî mezin û berfireh ditirsin. Hinek din jî dibînin ku êdî şer di her wextî de qewimî ne.

ŞER BÎRA KOMÎ VEDIJÎNE

Li herêma Rojhilata Navîn gelek şer qewimîn. Wek şerê Sûriyeyê di 2011'an de, şerê Yemenê di 2014'an de û şerê Lîbyayê di 2011'an de. Herî dawî jî şerê Xezayê ji 7'ê Cotmeha 2023'yan de dewam dike.

Derûnnas Martîn Zuxbî ji ajansa me re diyar kir ku di encama şer de nexweşiyên derûnî wek tirsa ji mirinê, tirsa li ser malbat û hevalan derdikevin.

Dermankirina ji van nexweşiyan pêvajoyeke dûr û dirêj e. Pêwîstî bi piştgiriya derûnî û yekbûna aliyan heye. Di serî de hikumet û civata navneteweyî heta bi sazî û komeleyên gelêrî yên piştgiriya derûnî.

(mh)

ANHA