Li taxên dorpêçkirî rêbazên kevin ên çêkirina xwarinê

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê daniye, bi rêbazên kevin pêwîstiyên xwe bi cih tînin.

Li taxên dorpêçkirî rêbazên kevin ên çêkirina xwarinê
Li taxên dorpêçkirî rêbazên kevin ên çêkirina xwarinê
Li taxên dorpêçkirî rêbazên kevin ên çêkirina xwarinê
Li taxên dorpêçkirî rêbazên kevin ên çêkirina xwarinê
Li taxên dorpêçkirî rêbazên kevin ên çêkirina xwarinê
Li taxên dorpêçkirî rêbazên kevin ên çêkirina xwarinê
26 sibat, 2024   03:06
HELEB
NESRÎN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê daniye û tunebûna xazê rêbazên kevin ên pêjandina xwarinê bi kar tînin. 

Welatiya bi navê Esmehan Mihemed dayika 10 zarokan e, mîna dayikên din ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêjandina xwarinê rêbazek kevin bi kar tînin. Ji ber tunebûna xazê Esmehan di koşiya mala xwe de 3 kevir daniye û wekî tifikekî xwarinê li ser dipêje.

HER 9 MEHAN TUPEKE XAZÊ

Ji ber ambargoyê welatiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her 9 mehan tupeke xazê bi dest dixin.

Esmehan Mihemed zehmetiyên dabînkirina madeyên ji bo şewitandinê wekî naylon, plastîk û êzingan dibînin. Esmehan di saetên sibehê de ji mal derdikeve da ku pêwîstiyên şewitandinê peyda bike. Hin caran jî dema destvala vedigere nikare xwarinê çêke û sire sar dide kurê xwe yê biçûk.

Esmehan Mihemed der barê ambargoyê de got: "Rewşa me pir xirab e. Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên bingehîn derbasî her du taxan bibin. Derman nin in û tûpên xazê bi temamî qut bûne, lew ra em neçar in rêbazên kevin  bi kar bînin."

Esmehan diyar kir ku tupeke xazê têra mehekê tenê dike û wiha domand: "Tupa xazê têra mehekê tenê dike, ji bo salekê wê çawa be! Ji ber vê yekê ez plastîk, naylon û êzingan kom dikim da ku xwarinê ji zarokên xwe re çêbikim. "

Esmehan bal kişand ku di lêgerînê de pir kêm êzingan dibîne û wiha pê de çû: "Çêkirina xwarinê li ser agirê êzingan heta astekê baş e, ji ber dûmana naylon û plastîkan bêhna xwarinê bi temamî diguherin û metirsiyê li ser tenduristiya zarokên min çêdike. Ji vê zêdekir çêkirina xwarinê li ser agirê naylon û plastîkan demeke dirêj diajo. Ez dirêjahiya rojê ji bo germkirina avê an jî çêkirina xwarinê li ber agir dimînim."

HEQDEST TÊRÊ NAKÊ

Hevjînê Esmehan karkerek e ku heqdestê wî yê rojane 5 hezar lîreyên Sûriyeyê derbas nake. Ev heqdestî jî têra kirîna tûrbeyeke nan û cûreyeke sebzeyan nake.

 Esmehan Mihemed li ser mijarê got: "Ruxmî ku saetên dewama hevjînê min dirêj e, lê heqdestê wî gelekî kêm e, zarokên min biçûk in nikarin barê bavê xwe rakin."

Esmehan Mihemed neçar ma ku para xwe ya mazotê germkirinê bifroşe û bi heqê wê şîr ji zarokên xwe bikire. Esmehan Mihemed û zarokên xwe bêyî sobe zivistan derbas kirin û wekî alternatîk betanî bi kar tînin.

(bb)

ANHA