ˊHemleya komkirina îmzeyan erkeke neteweyî yeˊ

Xelkê Şedadê yên îmzeyên xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan avêtine diyar kir ku tevlêbûna hemleyê erkeke neteweyî ye.

ˊHemleya komkirina îmzeyan erkeke neteweyî yeˊ
ˊHemleya komkirina îmzeyan erkeke neteweyî yeˊ
ˊHemleya komkirina îmzeyan erkeke neteweyî yeˊ
ˊHemleya komkirina îmzeyan erkeke neteweyî yeˊ
ˊHemleya komkirina îmzeyan erkeke neteweyî yeˊ
ˊHemleya komkirina îmzeyan erkeke neteweyî yeˊ
24 sibat, 2024   16:22
HESEKÊ

Komîteyên ji hêla Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatine erkdarkirin berê xwe da gundewarên navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku erkên xwe yên komkirina îmzeyan temam bikin.

Komîteyekê îro berê xwe da gundê Becdelî yê Şehbayê û komîteyên din jî erkên xwe li herêma başûrê navçeyê şopandin.

Welatiyê bi navê Fehed El Xidêr axivî û got: "Em xelkê gundê Becdelî tev li vê hemleyê bûn. Ji ber ku ev erkeke neteweyî ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

Her wiha Hemade El Esed jî got: "Me ji bo şikandona tecîrda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî îmzeya xwe avêt."

Li ser mekanîzmaya hemleyê li Şedadê endamê komîteyê Elî Bedir wiha got: "Me ji hefteyekê ve berê xwe daye herêma başûrê navçeyê ku hejmareke mezin ji îmzeyan kom bikin û ji rêxistinên mafên mirovan re bişînin da ku tecrîda li dijî Rêbertî bi dawî bikin. Me ev xebat bi hevkarî û beşdariya xelkê herêma başûr pêk anî."

(fr)

ANHA