Xelkê Çilaxa: Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin

Xelkê gundewarê Çilaxa di roja 5ˊan a komkirina îmzeyan de diyar kir ku ew amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tiştî bikin.

Xelkê Çilaxa: Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin
Xelkê Çilaxa: Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin
Xelkê Çilaxa: Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin
Xelkê Çilaxa: Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin
Xelkê Çilaxa: Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin
Xelkê Çilaxa: Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin
Xelkê Çilaxa: Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tiştî bikin
24 sibat 2024   16:14
QAMIŞLO

Komkirina îmzeyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li gundewarên rojhilat û rojavayê Çilaxa kete roja xwe ya 5ˊan. Her wiha şêniyan da zanîn ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tiştî pêşkêş bikin.

Komîteyên ji bo komkirina îmzeyan hatine erkdarkirin vê sibehê xebatên xwe li gundê Hemra El Xemir ê li rojhilatê navçeyê û gundê Şebek ê li rojavayê navçeyê dewam kirin.

Şêniyên her du gundan komîte pêşwaz kirin û îmzeyên xwe avêtin. Welatiyê bi navê Omer Ebod ê ji gundê Hemra got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ye, ji ber ku azadiya wî azadiya me ye."

Ebdo wiha domand: "Em amade ne, ne tenê îmzeyên xwe biavêjin, her wiha her tiştî ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bikin."

Li gorî komîteya çavdêrê hemleyê ya li Çilaxa, hemle bi rêya ji sedî 80 li hundirê taxên navendê bi dawî bûye, her wiha li gundewarên navçeyê ji saetên sibehê heta dawiya rojê bi coş dewam dike.

(fr)