ʹTêkoşîna gerîla parastina mafên gelan eʹ

Xelkê Girkê Legê girêdan û sekna xwe bi gerîlayên azadiyê re nîşan da û got ew helwest û hevkariya PDKʹê bi dagirkeriya Tirk re li dijî gerîla û gelê Kurd şermezar dikin.

ʹTêkoşîna gerîla parastina mafên gelan eʹ
17 îlon, 2024   05:40
GIRKÊ LEGÊ
ROHAT XELEF

Roj bi roj çarçoveya tevkariya PDKʹê bi artêşa Tirk a dagirker re di şerê li dijî gerîlayên HPGʹê de  fireh dibe. Tev pêkhatên civakê ev yek li dijî destkeftiyên gelê Kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê gef bi nav kirin.

Di vê çarçoveyê de xelkê Girkê Legê yê kantona Cizîrê girêdan û sekna xwe bi gerîlayên azadiyê re nîşan da û bang yekkirinê bo parastina destkeftiyan kir.

Welatiya bi navê Bede Mihemed a ji xelkê bajarê Girkê Legê got dewleta Tirk a dagirker sûcên dermirovî dike û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan şikandina vîna gelan û dagirkirina xaka wan e. Lê em nahêlin vê yekê bikin û ew nikarin vîna gelê bişikînin. Em ê ji bo têkbirina van êrişan piştgiriya gerîla bikin û tê bikoşin."

Bede diyar kir ku hêzên gerîla mafên tevahî gelan diparêze û got: "Em helwesta PDKʹê ya tevkariya bi dagirkeriya Tirk re di êrişên li dijî gerîla red dikin û qebûl nakin."

Bede bang li partiyên Kurdî kir ku yekdest bin û rola xwe li hember vê xiyaneta bi dagirkeran re bilîzin.

Bede wiha pê de çû: "Em bang li gelan dikin ku bi gerîlayan re parastina xak û mafên xwe bikin."

Welatiyê bi navê Hisên El Xedan jî got: "Hêzên gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin û parastina tevahî gelan dikin."

El Xedan teqezî bi pêwîstiya hevgirtinê li kêlek gerîlayên azadiyê kir û wiha domand: "Hêzên gerîla parastina hemû pêkhateyên herêmê dikin. Divê tevahî gel jî piştgiriya gerîla bikin û li kêlek wan bisekinin."

Her wiha welatiyê Salih Mihemed hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi derxistina fitne û dozan herêmê kontrol bikin."

Mihemed wiha domand: "Pêwîstî bi parastina destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin heye. Divê em yek dest bin, piştgiriya gerîla bikin û ji bo têkbirina zulma li ser herêm û gelê me tê bikoşin."

(fr)