Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin

Endamên komîteyên komînên li taxa Eşrefiyê ya Helebê û beşdarên xelekên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hewl didin ku mijarên xwendine bi awayekî rast di jiyana xwe de pêk bînin.

Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
Beşdarên komên xwendinê hewl didin felsefeya Rêbertî jiyanî bikin
17 îlon, 2024   03:40
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

 Meclisa Şehîd Cengîz a li taxa Eşrefiyê ya Helebê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, ji destpêka tebaxa îsal xelkên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan organîze dike.

20 endamên komîteyên Meclisa Şehîd Cengîz her roja pêncşemê du saetan pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin û li ser wê nîşqaş dikin. Bi vê yekê hewl didin guhertineke kesayetî çêbikin û ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan di jiyanê de pratîkî bikin. Endamên meclisê xwendina pirtûka 5’an Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi sernavê ’Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ û nîqaşên li ser navaroka wê didomînin.

Di nîqaşên ku dekretine pêş de hate gotin, siyaseta pergala serdest û modernîteya kapîtalîst sedemên aloziyên civakan e. Her wiha hate destnîşankirin ku bi derxitsina qanûnan û paşguhkirina rola exlaqê re alozî kûrtûr kirine.

Di nîqaşan de girîngiya projeya neteweya demokratîk hate vegotin. Hate diyarkirin ku modernîteya kapîtalîst ji bo pêkanîna siyasetên xwe yên xapîner jin kirin alavek.

Beşdarên komên xwendina pirtûkan îşaret pê kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna armancên şoreşa zihnî ya modernîteya demokratîk çawaniya avakirina civakeke demokratîk, ji ferd bigire, heta belavkirina têgeha komînal şîrove kiriye.

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Şehîd Cengîz Cemîle Dada têkildarî girîngiya xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan got: "Me bi pirtûka Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk dest pê kir. Sedema hilbijartina vê pirtûkê ew e ku pêdiviya rewşa heyî bi şîrovekirineke hûrik û kûr li ser dîrok û hebûna me heye. Her wiha pirtûk balê dikişîne ser rêbazên sekna li hember siyasetên modernîteya kapîtalîst a ku şêweya rêvebirina civakan wêran dike."

Der barê beşdariya beşdarna di nîqaşan de Cemîle Dada wiha domand: "Perwerde ne tenê xwendin e, lê belê nîqaş û pirs jî tên kirin. Da ku pratîkbûna wê bi awayekî rast were fêmkirin û pêk anîn. Ev yek nîşaneya beşdariya aktîv e."

Her wiha rêveberê Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Şehîd Cengîz û yek ji beşdarên xelekê Henîf Îbrahîm got: "Ne pêkan e dewletên kapîtalîst xizmetî gel û civakan bikin. Divê em bizanin ku projeya neteweya demokratîk azadî û mafên me ji me re dabîn dike. Ji lew re divê em wê projeyê bi awayekî aktîv bixin pratîkê."

(bb)

ANHA