Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide

Çotkarên sebzeyan di vê dema salê de berhemên xwe yên payîzê bi hemû cureyên wê berhev dikin, li sûkên herêmê difiroşin û xwetêrkirinê pêk tînin û amadekariya çandina mewsima zivistanê dikin.

Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide
Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide
Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide
Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide
Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide
Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide
Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide
Çandina sebzeyan li herêmê hilberîneke baş dide
17 îlon, 2024   06:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Kantona Cizîrê yek ji herêmên çandiniya dewlemend li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li herêmê sebze, genim, ceh, pembo û garis tên çandin.

Bajarên Tirbespiyê û Amûdê bi sebzeyan bi mewsimên wan ên havîn û zivistanê navdar in.

Li gundê Til Şiîr ê rojavayê Tirbespiyê ku weke paketa xwarinê ya sebzeyan li kantona Cizîrê tê binavkirin, cotkar bi rûbera heta hezar donimî sebzeyan di mewsimên wan de diçînin.

Ew yek ji gundên ku cotkar ji 2005ʹan de di çandina sebzeyan de pergala ʹtûnelanʹ bi kar tînin.

Di vê dema salê de û bi hatina payîzê re cotkar berhemên xwe ku weke monetê di zivistanê de bi kar tînin berhev dikin. Cotkar balîcan, îsot bi hemû cureyên wê (sor û kesk), kelem, cercîr û xiyaran diçînin.

Cotkarê bi navê Arif El Letîf wiha got: "Em di vê demê de hazirtiya çandiniya zivistanê dikin. Anku hazirtiya çandina pîvaz, bexdenûs, xes û hwd dikin. Em niha berhemên payîzê berhev dikin."

El Letîf destnîşan kir ku lêçûna çandiniya zivistanê ne mîna ya havîn û payîzê ye, ji ber ku baran dibare. El Letîf diyar kir ku çandiya li herêmê ji bo şêniyan û kêmkirina bihayê dibe alîkar, berovajî sebzeyên ji derve tên.

El Letîf anî ziman ku îsal berhem baş e û yên zêde bi bihayekî guncaw dişînin sûkan.

Kîloya balîcanê ku ji bo mekdos di zivistanê de tê bikaranîn heta 4 hezar lîreya Sûriyeyê ye.

El Eltîf bang li Desetya Çandinî û Avdanê kir ku di zêdekirina mîqdara sotemeniyê de bi taybet mazota avdanê piştgiriyê bidin cotkaran.

Desteya Çandinî û Avdanê bi rêya gerînendetî û komîteyên xwe yên çandiniyê li bajar û bajarokan bi dayîna mazotê pêxisitna jenetoran piştgiriyê dide cotkaran.

(fr)

ANHA