Zozan Elî: Bi keda şehîdan vê pêvajoyê dest pê kir

Di merasîma bîranîna 26 şehîdan de endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Zozan Elî axivî û got “Bi keda şehîdan têkoşîna me gihaşt vê derê ku Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin. Piştî têkoşîna çekdarî ya 50 salan gihaşt vir. Ev pêvajo ji bo Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilata Navîn e. Ev bi saya têkoşîna şehîdan û fikra Rêber Apo ye.”

Zozan Elî: Bi keda şehîdan vê pêvajoyê dest pê kir
14 cotmeh, 2026   12:53
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo bîranîna 26 gerîllayên YJA-STAR û HPG’ê yên ji bajarên Qamişlo, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê pêk tê. 

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Zozan Elî di bîranînê de axivî.

Zozan Elî silav li gelê Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemîsê kir, di kesayeta 26 şehîdan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Zozan Elî got: “Em ji wan re dibêjin, em heta kêliya dawiyê girêdayî soza we ne, rêya we ji me re vekir. Em ê her tim dilsozê hevaltî û têkoşîna we bin. Heta em têkoşîna we bi serkeftineke mezin tacîdar bikin. Ez ji bo tevahî malbatên şehîdan, malbatên 26 şehîdan bi Kurd û Erebên xwe dibêjin, serbilind bin. Hûn ne tenê dayîkên  zarokên xwe ne hûn dayîkên  tevahî şehîdanin. Îro dîrok xwe dubare dike, îro li bajarê Qamişlo bajarê  evîna têkoşînê, bajarê Bavê  Teyar, Yusif Gulo, her çendî temenê wan biçûk bû, bi xwe jiyan nekirin lê Kurd dan jiyankirin. Weke Serok Apo dibêje, Partiya me partiya şehîdan e, ev soza me bû. Ji heval Heqî Karer heta niha em li ser doza şehîdan dimeşin.

Îro piştî 53 sal ev tekoşîn ku bi şahadetê dest pê kir, gelê  Kurd û gelê Kurdistanê, jin ciwan di jiyaneke bê nasname dijiyan, bê nasname û nekarîn bi zimanê xwe biaxivin. Lê îro em gihiştin astekî bi berdêlek giran gihiştin vê  astê. Bi xwîn û keda şehîdan xwe ispat kir. Ev fikir û felsefeya Serok Apo soz da gelê xwe, bi berxwedaniyek mezin hebûna gelê  Kurd da avakirin. Îro gel bû civak, bi çanda xwe bi saya şehîdan, bi saya hezaran şehîdan ev nirxê manewî ava bûn.

Îro çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoya têkoşîna azadiyê de ye, me têkoşîna xwe hebûna xwe ispat kir, îro deynê şehîdan e em têkoşînê mezin bikin.

27’ê Sibata 2025’an pêvajoya ku Rêber Apo ji Îmraliyê dest pê kir. Bi keda şehîdan têkoşîna me gihişt wê ku Rêber Apo pêvajoyekê dest pê kir. Piştî têkoşîna çekdarî ya 50 sal gihişt vir. Ev pêvajo ji bo Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilata Navîn e. Ev bi saya têkoşîna şehîdan û fikrê Rêber Apo ye.

Îro em dibêjinin di nava şehîdên me de şehîdên Ereb hene, ev dide nîşan ku fikrê Rêber Apo ne tenê yekîtiya gelê Kurd gelê tevahî gelan ava dike. Çanda Rojhilata Navîn vedigere cewherê xwe. Lê belê asta têkoşînê ku em gihiştinê, em îro lê dinêrin komployek duyemîn li ser biratiya gelan tê kirin. Êrîşeke komplogerî li ser yekîtiya gelan tê kirin. Yekîtiya ku bi xwîna şehîdan ava bûye. Hevgirtinek xurt di nava gelan de çêbibûn, lê  hêzên derve yê tarî xwestin bûyereke herî kirêt li hemberî me pêk bînin. Bûyerên li Helebê, herî dawî li Hesekê jiyan bû. Em di hizûra 26 şehîdan da dibêjim, ew êrişên li ser nirxên şehîdan, ev êrişên we ne merdane ye. Hişmendiya paşverû dide nîşan. Em di hizûra we de vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Ev heqîqeta we dide nîşan. Em we şermezar dikin. Em ê bi vîna jina azad, dê hesab ji we bê xwestin. Dê dîrok hesab ji we bixwaze.

Em êrişên li ser şehîdan hikumeta veguhêz berpirsyar dibînin, eger pêşî lê neyê girtin dê windahiyek mezin çêbibe. Lê zanabûn di nava gelê Kurd, Ereb de çêbûye. Hûn nikarin vê komployê ser bixin. Heta lehengên me hebin hûn nikarin vîna vî gelî bişkênin. Ev gelê Bavê Teyar e, yadê  Menîce ye. Hûn nikarin vîna wan bişkênin. Hûn nikarin xwendekarên xwedî li zimanê xwe derdikevin bişkînin. Di hizûra tevahî malbatên şehîdan de dibêjin dê berxwedana me, têkoşîna me bidome. Ji bo Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilatek azad, Rojhilata Navîn a azad, em weke hevalên 26 şehîdan em doz didin têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Jiyaneke layîqê wan pêşkêşî wan bikin. Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe emê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi bîranîna şehîdan Komploya Navnetewî şermezar dikin. Kes nikare vîna me bişkêne, em heta dilopa dawî ya xîna xwe girêdayî şehîdan bin.”

(bî)

ANHA