Zimanê nefretê civakan ber bi şerê navxweyî ve dibe

Li Sûriyeyê zimanê nefretê civakê ber bi xetereyên mezin ve dibe û di encama wê de tundî û komkujî çêdibin.

Zimanê nefretê civakan ber bi şerê navxweyî ve dibe
7 sibat, 2026   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sûriyeyê di vê pêvajoya dawiyê de li ser dezgehên çapemeniyê û medyaya dijîtal zimanê nefret û mezhebperestiyê di asteke jor de tê bikaranîn. Li gorî raporên navneteweyî zimanê nefretê ne tenê gotin an jî nêrînên siyasî yên tund in, lê amrazekî tundiyê yê xeternak e ku ji bo hedefên siyasî tê bikaranîn û dibe ku di encama wê de pevçûnên xwînî û kiryarên li dijî mafên mirovan çêbin.

 ZIMANÊ NEFRETÊ LI SÛRIYEYÊ ÇAWA BI PÊŞ KET?

 Zimanê nefretê tê wateya kom an jî beşeke civakê li ser bingeha olî, mezhebî, etnîk, siyasî û herêmî werin tehrîkkirin. Mînaka wê jî provokasyona li dijî xelkê Şamê `El Şiwam` e.

Li Sûriyeyê zimanê nefretê di encama salên şer ên dirêj, parçebûna siyasî û leşkerî û polîtîkaya sîstema Baasê de bi pêş ket. Gelek sedemên wekî nebûna rêveberiyê, di rêvebirina Sûriyeyê de nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ciyê xwe nedigirt, gelê Sûriyeyê li ser bingeha olî û mezhebî dixistin kar, pevçûneke siyasî û mezhebî ya dijwar hebû, saziyên edaletê û lêpirsînkirine kêm bûn û rola wan di çareserkirina pirsgirêkan de tune bû. Niha jî çapemenî û medyaya dijîtal zimanê nefretê didin bikaranîn û bi rêya wê provokasyonan dikin.

Der bare zimanê nefretê de li gorî pisporan rewşa civakî, aborî û ewlehî ya Sûriyeyê dibe zemîn ji zimanê nefretê re. Bi taybet nêzîkatiyên ku hinek yên dîtir xayîn, kafir û nerewa dibînin, dibe sedema zimanê nefretê were bikaranîn.

Di bûyerên li Sûriyeyê de tê dîtin ku çawa zimanê nefretê bûye sedema tundiyeke dijwar. Li perava Sûriyeyê êrişî gelê herêmê kirin û di çend rojan de derdora hezar û 500 mirov ku zêdetirî wan sivîl bûn, hatin kuştin. Li Başûrê Sûriyeyê, Siwêda û gundewarên wê jî bi sedan sivîl hatin kuştin û niha jî di encama êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkiliya pêkhateyên Sûriyeyê ya civakî gelekî zirar dît.

ALIYÊN KU ZIMANÊ NEFRETÊ BI KAR TÎNIN

Zimanê nefretê tenê bi kesekî re sînorda nîn e, gelek aliyên siyasî û leşkerî û bi taybet hikumeta demkî ya Sûriyeyê di destpêkê de vî zimanê nefretê dide bikaranîn. Bi rêya çapemeniyê û medyaya dîjîtal provokasyonan dike û gelên Sûriyeyê li dijî hev sor dike, dibe sedema parçebûna Sûriyeyê ku ev yek dikeve bin xizmeta berjewendiyên dewletên derve û bi taybet Tirkiyeyê. Her wiha kesên bi zimanê nefretê provokasyonan dikin, ji aliyê hikûmeta demkî ve nayên lêpirsînkirin û hesab ji wan nayê xwestin.

Raporên hiqûqî destnîşan dikin ku eger ji kesên zimanê nefretê bi kar tînin hesab neyê xwestin, ew ê zêdetir di bikaranîna vî zimanî de sînoran derbas bikin û hesab nakin ku dê bandora zimanê nefretê li ser civakê demdirêj bimîne.

BANDORA ZIMANÊ NEFRETÊ LI SER CIVAKÊ

Zimanê nefretê ne tenê bi ziman û çapemeniyê sînordar ma, bi pratîkî li ser bingeha mezhebî û herêmî bûyerên giran li Sûriyeyê qewimîn. Tirs çêbû, baweriya pêkhateyên Sûriyeyê bi hev gelekî lewaz bû û têkiliya wan rûxiya. Bi komî tundî û kuştin çêbûn. Kêmnetewe êdî hîs dikin li Sûriyeyê xetere li ser jiyana wan heye, têne paşguhkirin û derfetên gihaştina aştî û aramiyê kêm dibin.

Çavdêran destnîşan kir eger rewşa Sûriyeyê wisa berdewam bike, şerê leşkerî bisekine jî zehmet e parçbûna civakî ya çêbûyî were çareserkirin.

 DI DÎROKÊ DE BÛYERÊN KU QEWIMÎN

Di dîrokê de ji ber zimanê nefretê gelek komkujî qewimîne:

1- Riwanda (1994): Li ser çapemeniyê ji ber zimanê nefretê gelek provokasyon çêbûn û di encama komkujiyên di navbera çend mehan de bi hezaran mirov hatin kuştin.

2- Iraq (2003): Ji ber zimanê nefretê civaka Iraqê ji hev parçe bû û pevçûneke dijwar di navbera mezheb û gelan de didome.

3-Lubnan: Li Lubnanê şerê navxweyî çêbû û heyanî niha di aliyê siyasî û civakî de bandora vî şerê navxweyî heye.

4- Bosna û Hersek: Di encama zimanê nefretê de komkujî çêbûn û civak parçe bû.

ÇAWA LI HEMBER ZIMANÊ NEFRETÊ TÊ BIKOŞIN?

Li Sûriyeyê ji bo zimanê nefretê neyê bikaranîn, hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji vî zimanî werin parastin, gelên Sûriyeyê hevbeş û bi aram bi hev re bijîn, divê dewlet û çapemenî ziman û polîtîkaya xwe di ber çavan re derbas bikin û biguherînin. Mafê hemû pêkhateyan di destûrê de bidin wan û garantiya parastina wan were dayîn.

ROLA CIVAK Û ÇAPEMENIYÊ

Divê civak û çapemenî di pêşxistina zimanê diyalok û rêzgirtina ji hemû civakan re rola xwe bilîzin. Xwe ji provokasyon û zimanê nefretê biparêzin. Rêxistinên civaka sivîl xebatên perwerdeyê bikin û girîngiyê bidin jiyana hevbeş û aramiya herêmê.

 ANHA