Parêzvanên Niştîmanî: Hêzên hikumetê bi çekên giran êrişî Siwêdayê kir

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumeta demkî li eniyên rojavayê Siwêdayê çekên giran bi kar anîn, hêzan bersiv da jêdera êrişan.

Parêzvanên Niştîmanî: Hêzên hikumetê bi çekên giran êrişî Siwêdayê kir
6 sibat, 2026   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumeta demkî ji vê sibehê heta danê piştî nîvro bi doçka, hawan û dronan êrişî eniyên rojavayê Siwêdayê kirin.

Fermandariyê bi bîr xist ku hêzên hikumetê bi 8 guleyên hawanê yek li nava taxan ket êrişî bajarokê Mecdel kir, komekê jî hewl da bikeve bajarokê Mezreayê. Lê yekîneyên Parêzvanên Niştîmanî bersiv da van êrişan.

Fermandariyê bang li şêniyan kir ku guh nedin rûpelên fitne û sexteyan, agahiyên xwe tenê ji çavkaniyên fermî bigirin, da ku tevlihevî di nava welatiyan de çênebe.

(fr)