Şêniyên Tirbespiyê: Divê Rêberê me li gel me be

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku êdî dem hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku dabû destpêkirin, bigihêje encamê.

Şêniyên Tirbespiyê: Divê Rêberê me li gel me be
7 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Tevî hemî bangên Rêber Abdullah Ocalan jî, hîna dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêber Adbullah Ocalan dide meşandin. Şêniyên bajarê Tirbespiyê ev berdewamiya tecrîdê ya li dijî Rêbert Abdullah Ocalan şermezar kir û got dem hatiye ku rêberê xwe di nav xwe de bibînin.

Hisên Omer da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gelek gav avêtin lê dewleta Tirk a dagirker tu gav neavêtine.

Hisên Omer diyar kir ku divê pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bigihêje serî da ku rê li ber pirsgirêkan were girtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Banga me ji kesên aştîxwaz û ên demokrat re heye ku dakevin kolanan û daxwaze azadiye Rêber Abdullah Ocalan bê kirin, ji ber ku tenê ew dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike, lewre divê were azadkirin.”

Xaliya Ehmed jî destnîşan kir ku yekitiya gelê Kurd êdî çêbûye û got: “Em gelekî kêfxweş in, wê ew kêfxweşî temam bibe dema ku em Rêber Abdullah Ocalan di nav xwe de bibînin. Divê Rêbertî azad bibe, ger Rêbertî ne azad be dê ev pirsgirêka Kurd bimîne. Em wek gelê Kurd bi hacetî azadiya serokê xwe ne, em dengê xwe digihînin her kesî; ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.”

Cemal Xelîl got divê Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî azad be da ku bikare Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî bi rê ve bibe, ji ber ku ew di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin, vê pêvajoyê divê Rêber Abdullah Ocalan bi rê ve bibe da ku bi ser bikeve û mafên Kurdan werin parastin.

ANHA