Zextên li ser Ixwan El Muslimîn û Krîzên li Xeza û Sûdanê

Rojnameyan nivîsî ku Ixwan El Muhslimîn ketine bin bi zextên navneteweyî yên zêde. Li Xezayê jî kirîz her ku diçe kurtir dibe şerê li Sûdanê berdewam dike.

Zextên li ser Ixwan El Muslimîn û Krîzên li Xeza û Sûdanê
11 kanûn, 2025   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, li ser zêdebûna aloziyên li Xezayê, zexta navneteweyî ya li ser Ixwan El Muslimîn û hewldanên Amerîkayê ji bo sînordarkirina çavkaniyên fînansmanê yên şerê Sûdanê, nivîsîn.

Di derbarê pirsgirêka Filistînê de, Rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku şertên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bûne nîşana têkçûna qonaxa duyemîn a plana Xezayê . Rojname diyar kir ku Îsraîlê bi berdewamî behsa mijara "bêçekkirina Hamasê" dike, wek şertê pêşî yê her pêşketinekê, tevî ku Hamasê peymanên agirbestê û berdana girtiyan qebûl kiriye.

Rojnameyê ragihand ku Îsraîlê 738 caran agirbest binpê kiriye, di encamê de 386 kes hatine kuştin û 987 birîndar bûne, di heman demê de sozên xwe yên di derbarê vekirina deriyên sînor an destûrdayîna ketina alîkarî û sotemeniyê de bicîh neaniye.

Rojnameyê nivîsî ku "eger alternatîfek tune be, têkçûna plana Trump dê bibe karesatek."

Rojnameya El Xelîc ya Îmaratî ragihand ku zexta navneteweyî li ser Ixwan El Muslimîn zêde dibe, piştî rêze biryarên DYA`ê, û pêngava serokatiyê ya Donald Trump a destnîşankirina şaxên komê wekî rêxistinên terorîst,

Rojnameyê zêde kir ku pêla biryaran ne tenê bi DYA`ê ve sînordar e, ji ber ku Ekvador jî komê wekî "rêxistinek terorîst" destnîşan kiriye, di heman demê de Almanya, Avusturya, Swêd û Belçîka gavên wiha avêtin. Rojnameyê diyar kir, "Ev gavên navneteweyî nîşan dide ku cîhan êdî xetera komê û pêwîstiya girtina tedbîran li dijî wê, dizane. "

Derbarê Sûdanê de, rojnameya El Şerq El Ewsat mijara "cezayên nû DYA`ê li ser çeteyên Kolombiyayî yên ku piştgiriyê didin Hêzên Piştgiriya Lezgîn" nirxand . rojnameyê ew ceza wekî gaveke pêşwext ji bo "têkbirina çavkaniyek girîng a piştgiriya derve" bi nav kir.

Rojnameyê rave kir ku biryara cezayê dê tevahiya avahiyek fînansekirin, çekdarkirin û peydakirina leşkeran hedef digire, û destnîşan kir ku qada navneteweyî piştî têkiliyên asta bilind di navbera Washington, Riyad û Qahîreyê de "dê bi ciddîtir tevbigere".

(k)