Li Siwêdayê ciwanek hat kuştin

Li Siwêdayê di encama gulebaranê de ciwanek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Siwêdayê ciwanek hat kuştin
11 kanûn, 2025   10:43
SIWÊDA

Şeva çarşemê kesên nenas ku li erebeyekê siwar bûbûn, li nêzî Çerxerêya El Umran a li navenda bajarê Siwêdayê gule berdan komeke Kesan û di encamê de ciwanek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku ciwanê bi navê Newres Nasir mirî gihaşt nexweşxaneyê, ciwanên bi navê Qeys Reşîd, Hazim Ebû Seîd û Yezen Xidêr jî birîndar bûn.

Ta niha nasnameya kesên êrişkar nehatiye naskirin.

(k)