ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2025
11 kanûn, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Kobanê teqezî bi xurtkirina têkoşînê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê daxwazên xwe yên Sûriyeya yekbûyî û ewle dubare kirin û destnîşan kir ku BI WÊNE Û DÎMEN Şaredariya Gel a Reqayê dest bi projeya çaksazkirina Çerxerêya Temwîn û avakirina sûkeke li Parka Spî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvan û rojnamevanan diyar kir ku xîtaba mezhebperest di çapemeniyê de zêde bûye û armanc wê kûrkirina krîzan û dabeşkirina pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye. Çalakvanan banga sazkirina qanûnan ji bo qedexekirina vî zimanî û rêzgirtina ji pîvan û nirxên çapemeniyê re kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li hola Navenda Çand û Hunerê li dar dixe, Kongra Star a bajarê Hesekê jî civîna xwe ya salane li hola PYDˊê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo şervanê YPGˊê şehîd Fûad Mûstafa Sûltanî li taxa Kelasê merasîmeke xiyabî li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê li dar dixe,10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê cenazeyê şervana YPJˊê şehîd Azadî Helebçe li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik oxir dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSDˊê Sîpan Cuma li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Gerînendetiya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê û navendên girêdayî wê civîna xwe ya salane li Peymangeha Tenduristiyê ya Hesekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo derçûna dewreya dadgeran çalakiyekê li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSDˊê Bextiyar Dirbêsiyê (Ehmed Ebdulbaqî Mihemed) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê defin dike, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN