Zeng ketiye zeviyên genim û cotkar alîkariyê dixwazin

Li Dirbêsiyê zeng ketiye genim. Cotkar dibêjin derman gelekî biha ne û alîkariyê dixwazin.

Zeng ketiye zeviyên genim û cotkar alîkariyê dixwazin
Zeng ketiye zeviyên genim û cotkar alîkariyê dixwazin
Zeng ketiye zeviyên genim û cotkar alîkariyê dixwazin
Zeng ketiye zeviyên genim û cotkar alîkariyê dixwazin
Zeng ketiye zeviyên genim û cotkar alîkariyê dixwazin
Zeng ketiye zeviyên genim û cotkar alîkariyê dixwazin
23 nîsan, 2026   07:40
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Li herêma Cizîrê barîna baranê ya zêde bûye sedema zevî ziyanê bibînin. 

Rêncberê bi navê Mûsa Hac Mûsa yê ji gundê Xiraro yê Dirbêsiyê diyar kir ku erdên wî yê çandiniyê 450 donim e û wiha got: "Min îsal genim, ceh, kemûn û nok çandine. Di destpêka salê de baran bariya û rewşa zeviyan baş bû, lê niha dema ku baran tê erd ziwa nabe û şil e, ji ber vê yekê nexweşiyên wekî zeng di zeviyan de derdikevin. Di vê salê de ji ber baran bariye me zêde mazot û jenerator bi kar neanîn. Lê niha dermanên nexweşiyên çandiniyê gelekî biha bûne.”

Mûsa Hac Mûsa da zanîn ku li herêmê genim gelekî tê bikaranîn û wiha got: "Hemû cotkar zêdetirî xwe genim diçînin. Di 3 salên berê de ji ber baran nedibariya, berhem ne baş bû û bihabûna tov, mazot û zibil gelekî zêde bû. Em bi hêvî ne ku bihabûna dermanan li gorî derfeta cotkaran diyar bibe. Ev mewsim baş e lê xetere heye ku kêzik bikevin dexlan.”

Her wiha cotkarê bi navê Mihemed Salih Mihê yê ji gundê Delîk ê Dirbêsiyê jî got: “Ev bûye 25 sal ez çandiniyê dikim. 25 donim erdê min heye û min genim çand. Barîna baranê ya zêde êdî neyînî bandorê li çandiniyê dike, erd şil dimîne û xetere çêdibe ku kêzik bikevin dexlan. Zeng ketiye genimê min û derfetên min nîn in ku ez derman lê bikim. Ji ber derman gelekî biha ye. Tonek bi 700 dolarên amerîkî ye. Em hêvî dikin ku derman erzan bibin.”

Endezyar Ehmed Silo yê ji bajarê Dirbêsiyê jî got: "Îsal baran gelekî zêde bariya. Destpêkê baş bû lê belê di vê dema dawiyê de zêdebûna baranê neyînî bandor li dexlan dike. Bi taybet zeviyên ku zibil lê nekirine dê ziyanê bibînin. Êdî nexweşiya zeng ketiye genim. Werzê fasûlya ji ber barîna zêde ya baranê ji sedî 80 ziyan dîtiye. Zevî ji bo werin parastin divê derman lê bikin, lê belê cotkar ji ber baran dibare nikarin zeviyên xwe derman bikin.”

(np)

ANHA