MSDˊê li Tirbespiyê panelek têkildarî peymana 29ˊê Çileyê li dar xist

Nivîsgeha MSDˊê têkildarî peymana 29ˊê Çileyê li bajarê Tirbespiyê paneleke diyalogê li dar xist, bal kişand ser girîngiya parastina mafên Sûriyeyiyan di destûra nû de, avakirina dewleteke demokratîk a li ser bingeha beşdariya tevahî pêkhateyan.

MSDˊê li Tirbespiyê panelek têkildarî peymana 29ˊê Çileyê li dar xist
MSDˊê li Tirbespiyê panelek têkildarî peymana 29ˊê Çileyê li dar xist
MSDˊê li Tirbespiyê panelek têkildarî peymana 29ˊê Çileyê li dar xist
MSDˊê li Tirbespiyê panelek têkildarî peymana 29ˊê Çileyê li dar xist
MSDˊê li Tirbespiyê panelek têkildarî peymana 29ˊê Çileyê li dar xist
MSDˊê li Tirbespiyê panelek têkildarî peymana 29ˊê Çileyê li dar xist
22 nîsan, 2026   21:24
QAMIŞLO

Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro li Mala Êzidî ya bajarê Tirbespiyê li ser proseya entegrasyonê ya di çarçoveya peymana 29ˊê Çileyê de, bi amadebûna partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û nûnerên ji pêkhateyên bajêr panelek diyalogê li dar xist.

Panelê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî li ser pêvajoya piştî ketina rejîma Baasˊê, guhertinên navneteweyî di Rojhilata Navîn de û bandorên wan li ser Sûriyeyê axivî.

Mihemed Elî bal kişand ser peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin û diyar kir ku girîng e rêya aştiyê di vê qonaxê de dewam bike. Mihemed Elî got QSDˊê di salên borî de roleke girîng lîst û divê sûd ji ezmûna wê ji bo proseya entegrasyonê li ser asta Sûriyeyê were wergirtin.

Panel bi nêrînên amadebûyan ên têkildarî girîngiya parastina mafên Sûriyeyiyan di destûra nû de û avakirina dewleteke demokratîk a li ser bingeha beşdariya tevahî pêkhateyan bi dawî bû.

(fr)

ANHA