Ajokar ji ber xirabbûna rêya Selemiye-Hemayê gazincan dikin

Şêniyên bajarê Selemiyê gazincan dikin ku rê gelekî xirab bûye û aliyên têkildar daxwazên wan pêk naynin. Rêveberiya Veguhastinê diyar kir ku ji ber şert û mercan çêkirina rê hatiye sekinandin û dê di çarçoveya projeyên dema pêş de, rêya Selemiye-Hemayê çêkin.

Ajokar ji ber xirabbûna rêya Selemiye-Hemayê gazincan dikin
Ajokar ji ber xirabbûna rêya Selemiye-Hemayê gazincan dikin
Ajokar ji ber xirabbûna rêya Selemiye-Hemayê gazincan dikin
23 nîsan, 2026   04:55
HEMA

Şênî û ajokarên bajarê Selemiyê ji ber rêya Selemiye-Hemayê xirab e, rojane zehmetiyan dikişînin. Rê gelekî xirab bûye, gazinc tên kirin û aliyên têkildar nakevin tevgerê ku vê pirsgirêkê çareser bikin. 

Rêya Selemiye-Hemayê di parêzgeha Hemayê de rêya herî zêde tevger lê tê kirin. Ji ber ew rê di navbera bajarê Selemiyê û navenda parêzgeha Hemayê de û rojane çuyîna û hatin navbera gundewar û bajar de heye. Rêyeke sereke ya veguheztina kelûpelan û berhemên çandiniyê ye. Her wiha gundên derdor bi bazar û xizmetguzariyan ve dide girêdan.

Li gorî belgeyên Wezareta Veguheztinê û projeyên rêyan dirêjahiya rêya Selemiyê û Hemayê nêzî 40-45 km e. Ew li hinek beşan rêyeke dualî ya herêmî ye. Ferehbûna wê 7-10 metre ye. Ev rê gelekî tê bikar anîn û bi taybet di dema mewsim de tevgerkirin zêde dibe.

Şênî û ajoker diyar dikin ku ji ber di rêya Selemiyê û Hemayê de gelek kort hene erebeyên wan xira dibin. Her wiha di vê dema dawiyê de qezayên mezin çêbûne. Ji aliyên têkildar dixwazin ku têkevin tevgerê de û vê pirsgirêkê zû çareser bikin.

Îsmaîl Mihemed yek ji hemwelatiyên Selemiyê ye ku neçar dimîne 2 mehan de 3 caran erebeya xwe çêbike got: "Ziyanên ku em ji vê rêkê dibînin, ji sûdên wê zêdetir e. Her roj parçeyek ji erebeya min xira dibe. Her ku ez ê biçim Hemayê ez li ser zarokên xwe ditirsim. Ji ber heyanî tu nêzî kortan nebe, tu nabîne ku kort li pêşiya te ne. Min gelek caran li ser vê rêyê qeza kir."

Ajokar Xalid Resîs jî yê ku rojane li ser vê rêyê diçe û tê got: "Her sibeh em mirina xwe didin ber çavên xwe û diçin karê xwe. Hefteya berê 3`ê erebe li kêleka rê dabûn seknandin, ji ber dolabên wan xirabûne. Du erebeyên ku hewldabûn nekvin kortan du erebe li hevdû ketibûn. Aliyên fermî qêrîna me dibihîzin lê belê mîna ku tiştek nîn e û me nabihîzin."

Dayika Yasir a ji bajarê Selemiyê ye, bi dengekî lerzok got: "Berî mehekê dema ku ajokerê mînîbusê  ji ber kortekê minibus ji kontrola wî derket kurê min di serê xwe de derbe xwar. Nexweşxaneya Hemayê rojane qurbaniyên vê rêyê pêşwazî dike, evê kengî têkevin tevgerê ma li bendê ne ku xelk werin kuştin?"

Ofîsa rojnamevaniyê ya Rêveberiya Veguhastinê li Hemayê bersiveke balkêş da gazincêên hemwelatiyan û got: "Rêya M4 a Hema û Selemiyê bi dirêjahiya 24 km bi peymana numera 3 a sala 2011`an ve girêdayî ye. Pêvajoya destpêkê 10 km jê pêkhat. Lê belê hîna xebatên çêkirinê bi dawî nebibûn ji ber pira El Resten çêbikin, xebat dane rawestandin û rê bikar anîn. Hinek parçeyên rê hîna nû destpêkiribûn ku zîft dikirin lê belê ji ber aracên giran çûn û hatin ew zifit xira kirin."

Ofîs li xwe mikur hat ku ji ber şert û mercên heyî ev bûye demeke dirêj ku ev rê nehatiye çêkirin. Her wiha madeyên çêkirina rê gelekî bihabibûn û nedihatin peyda kirin.

Ji bo siberojê jî ofîsê destnîşan kir ku di projeyên îsal de dê vê rêya Selemiyê û Hemayê çêbikin, berî niha nêzî mehekê bi Saziya Giştî ya lêkirinê re civiyane û dema ku rewşa hewayê baş bibe, dê meha Nîsanê û Gulanê vê rêyê çêkin.

Şênî jî dipirsin berî ku meha Nîsanê û Gulanê bi dawî bibe, gelo dê çend ajoker bimirin û çend erebe xira bibin? Her wiha dê kî berpirsyartiya qezayên berê li ser vê rêyê çêbûne, rake?

Îsmaîl Mihemed wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em tiştekî zehmet naxwazin, em tenê rêyeke bi ewle dixwazin, gelo dê kesek dengê me bibhîzê û bersiv bide me?”

Hikumeta demkî heyanî niha têkildarî vê rêyê tu daxuyanî nedane. Wezareta Veguhastinê diyar kir ku di çarçoveya projeyên wan de dê rêya Selemiye-Hemayê li gorî derfetên heyî çêkin.

(np)

ANHA