Zelensky: 4 balafirên Rûsyayê hatin îmhakirin

Zelensky got,  balafirgeheke leşkerî ya li Voronezhê ya Rûsyayê bi mûşeke "Neptûn" a Ukraynî hat hedefkirin, di encamê de 4 çar balafirên şer ên Su-34 hatin îmhakirin.

Zelensky: 4 balafirên Rûsyayê hatin îmhakirin
15 cotmeh, 2026   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihandin ku balafirgeheke leşkerî li herêma Voronezhê ya li rojavayê Rûsyayê bi mûşekeke Ukraynî hat hedefkirin.

Li gorî Zelensky, di encamê de 4 balafirên şer ên Su-34 hatin îmhakirin û du balafirên din zirar dîtin.

Zelensky ku agahî li ser X‘ê parve kirin got, hêzên Ukraynayê şeva Çarşemê êriş bi rêya mûşekeke Neptûn pêk anî.

Zelensky ligel nivîsê jî wêneyên şewat û zerarên li balafirgehê bûne parve kirin.

(bb)