Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî

Di forumekê de ku li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin banga dûrketina ji gotinên nefretê û xurtkirina aştiya navxweyî hat kirin.

Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
Li Qamişloyê foruma xurtkirina aştiya navxweyî
15 cotmeh, 2026   22:45
QAMIŞLO

Foruma Şêxanî ya Çandî, der barê rewşa siyasî ya Sûriyeyê, pirsgirêkên heyî û zimanê nefretê forumek li dar xist. Forum bi beşdariya hejmarek nivîskar, helbestvan û rewşenbîran li navenda Şepêla Sûrî ya Çaksaziyê ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di forumê de hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Mihemed El Xerzanî axivî. El Xerzanî bal kişand ser peyama dirust a olan û çawa ku bi awayekî mutleq bi şêxan ve hatiye girêdan.

El Xerzanî banga xurtkirina çanda hevdu qebûlkirinê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de ya dûrî nakokiyên olî û neteweyî.

Beşdaran li ser aloziya Sûriyeyê û pêvajoya entegrasyonê nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha bal kişand ser zêdebûna zimanê nerfet û fitneyê û gotin divê rê li ber were girtin û çareseriyên stratejîk werin dîtin ku aştiya navxweyî pêş bixin.

Beşdaran îşaret bi rewşa Sûriyeyê di dema rejîma Baasê, pêvajoya heyî û pirsgirêkên siyasî, aborî û perwerdehî û olî kirin. Gotin, divê bi berpirsyarî li hemberî rewşê were sekinandin.

Beşdaran behsa zêdebûna hejmara partiyên Kurdî û rewşa erênî kirin, her wiha girîngiya rola saziyên civaka sivîl di avakirina civakê û hevgirtina civakê kirin. Her wiha destnîşan kir ku divê mîna van foruman were lidarxistin û rola wan di nêzîkirina di navbera rewşenbîran de, parvekirina nêrînan û rola wan di dûrketina ji zimanê nefretê de hat şîrovekirin.

 Di dawiyê de girîngiya têkoşîna li dijî despotîzmê û pêkanîna edaleta civakê hat vegotin. Hate destnîşankirin ku nebûna edaletê û berdewama destpotîzmê, li pêşiya aramiyê dibin asteng.

(bb)

ANHA