Xeta hinardekirina gazê ya li El Erbîdî hat hedefkirin

Xeta hinardekirina gazê ya li herêma El Erbîdî ya nêzî Şedadê hat hedefkirin.

Xeta hinardekirina gazê ya li El Erbîdî hat hedefkirin
15 cotmeh, 2026   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê ragihand ku xeta hinardekirina gazê ya li Cibisa ya li devera El Erbîdî (60 kîlometran dûrî bajarê Şedadê ye) hat hedefkirin û agir bi xetê ket.

Şîrketê diyar kir ku  aliyên pispir pêşketinan dişopînin da ku bi bûyerê re mijûl bibin û bandorên wê kontrol bikin.  Her wiha da zanîn ku tîmên teknîkî dever îzole kirin û amûrên qutkirinê berî û piştî cihê armanckirinê girtin.

Şîrketê destnîşan kir ku tîmên agirkujiyê û ewlehiyê ewlekirina herêmên derdorê didomînin û girtina tedbîrên pêwîst didomînin.

(bb)