Zelensky: 31 hezar leşkerên Ukraynayê di şerê Rûsyayê de hatin kuştin

Serokê Ukraynayê hejmara kuştiyên artêşa xwe ji destpêka tevgera leşkerî ya Rûsyayê di Ukraynayê de aşkera kir.

Zelensky: 31 hezar leşkerên Ukraynayê di şerê Rûsyayê de hatin kuştin
25 sibat, 2024   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky destnîşan kir ku 31 hezar leşkerên Ukraynayê di şerê Rûsyayê de ku derbasî sala 3'yemîn bûye hatine kuştin. 

Zelensky di civîneke çapemeniyê de got, "Di vî şerî de 31 hezar leşkerên Ukraynayî mirin. Ne 300 hezar û ne 150 hezar leşker in wek ku Putin û saziya wî ya derewîn digotin. Lê belê her windahiyek, ji bo me windahiyeke mezin e."

(mh)