Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê 155 şehîdên QSD'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Xweparastinê û YPG'ê ku di dîrok û cihên cuda de di mehên Çile, Kanûn û Sibatê de şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
Li Reqayê 155 şehîd hatin bibîranîn
25 sibat, 2024   21:34
REQA

Malbatên şehîdan, nûnerên Meclisa Rêveber, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspiyên herêmê û serokeşîr, Kombûna Jinan a Zenûbiya û partiyên siyasî di merasîmê de beşdar bûn.

Merasîm li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê yê bakurê Reqayê li dar ket.

Di merasîmê de şêwirmendê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Ednan Hemed tevahî şehîd bi bîr anîn û got: "Bi saya şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî yên neteweya demokratîk me hemû êrişên li dijî herêmên xwe têk birin."

Hemed soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahî xaka dagirkirî nû kir û hemû hêzên leşkerî yên li eniyên şer silav kir.

Di dawiya merasîmê de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(mh)

ANHA